Ferhenga înteraktîf
gawestî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-gawestî

1. eger ne xelet bim li bakur navê eşîrekî dêmanî ye ango koçerên koçerî bicih hêliştine û bûne gundî û bajarî. koç û koçberî Û koçeriya wan heta westan û mandîbûna gayên wan bûye. li vê Here lînkêê li ser vê eşîr û etîmolojiya navê eşîrê nivîseke têra xwe dirêj heye yê bixwaze û dikare bixwîne lê bi tirkî ye.



09.05.2021 22:08 | endazer

2. Dêya min kurdek zaza ye û ji erxeniya amedê ye. Gorî bav û kalikên wê ji wê re vegotiye, ew ji aliyê qerejdaxê hatine (bi rastî jî li derdora qerejdaxê zaza hene) û vana ji êlek û eşîrekê bûne. Bes gayê birayekê westiyaye û di cih de maye (lê vana ji kur tên ez jî nizanim?) ji vana re gotine "gawestî". Û birayê din rêya xwe domandiye heta çiyayên pişta erxenî jî çûye û navê wan jî bûye "gabelek". têkiliyê wan qut nebûye heta kalikê min jî. Kalikê min yanê bavê dêya min li derdora qerejdaxê gavantî û şivantî kiriye. Lê niha ev tenê çîrokeke di devan de. kalik çû û van tiştana pûç bû.



09.05.2021 23:25 | rizgarm

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gawestî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî