Ferhenga înteraktîf
cizîra botan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cizîra botan

1. navçeyeke li ser bajarê Şirnexê ye. Bi navê cizîr an Cizîra Botan jî tê naskirin.

ji ber ku navenda herêma botan tê zanîn jêre dibêjin cizîra botan.



24.12.2014 23:36 | cizira botan

2. Bajarê qedîm û pîroz cizîr a rast ne paytexta herêma botan. Paytexta herêma botan di rastiyê dihê'ya sêrt'ê ye. Ji ber wê cizîr-"a botan" e. Ji bo bêhtir:

(bnr: cizîr)



25.12.2014 00:36 | xendekî

3. Warê Mîr Zeydîn û axa ku dengê evîna Mem û Zîn jê bilind bûye.



25.12.2014 15:30 | berkeno

4. Wextekê warê hozan û dengbêjan bû.
Dibêjin rojekê mîrê botan tevahîya mêrên cizîrî kom dike, dibêje heçî nizane stran bêje bila destê xwe rakin. Ji nava ewqas mêran tenê sê dest radibin. Mîr mihle dide wan wextek nêz de bielimin stranbêjîyê. Lê ew hersê zelam dikin nakin ji xwe re nagirin. Bi stûyê xwar diçin hizûra mîr. Her yek dibêje mîrê min, fêr nebûm. Mîr wan ji cizîr mişextî dike. Hersê zelam ji cizîr derdikevin, malên xwe nêzîkî cizîrê çêdikin niha ji wê derê re dibêjin sêmalka.
Hersê zelamên mişextî dikin rik xwe dielimînin tembûrê.



12.06.2020 16:09 | hespêsor

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» cizîra botan
» botan international

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî