Ferhenga înteraktîf
pira bosporê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-pira bosporê

1. ew pira ku li ser tengava bosporê ku behra reş û behra spî -behra marmarayê jî parçeyek ji behra spî ye anku parzemîna asya û ya ewropayê bi hev ve girê dide.. li tirkiye û li stembola rengîn e.. sala 1970an dest bi çêkirina pirê kirine û sala 1973an jî pir xilas bûye û ketiye di xizmeta xelkê de.. li gorî zanyariyên li ser wîkîpediyayê pir dema nû hatî çêkirin li seranserê dinyayê çaremîn pira mezintirîn a dinyayê bûye lê vêga 14 dereceyan paşde çûye û bûye 18. pira mezintirîn a dinyayê.. bi tirkî jê re dibêjin boğaziçi köprüsü anku pira boxazîçîyê û bi îngîlîzî jê re dibêjin bosphorus bridge anku pira bosporê..



30.12.2014 20:50 | endazer

2. di wîkîpediyaya kurmancî de rûpela pirê bi vî navî ye, lê bi piranî zimanên ewropî û zimanê farisî navê pira bosporê hatiye bikaranîn.. rûpela pirê bi zaravayê soranî nîne eger hebûya muhtemelen wê ew jî bi navê pira bosporê bûya, tengava kurmancî jî bi qasê dixweye mot a mot ji tirkî wergerandine, ji bo boxazê peyveke xweş û levhatî ye, lê ez dibêjim mirov navê bosporê bikar bîne wê baştir be, ji ber wê ez ê navê pirê bi pira bosporê biguherînim..



edîta cihde: navê mijarê ji ''pira tengavê'' çû ser ''pira bosporê''



30.12.2014 20:54 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pira şaxê

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî