Ferhenga înteraktîf
ethnocentrism
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ethnocentrism

1. ethnocentrism:



Wate jê (qey bi xêr) komnavendî, nijadnavendî, ref û celebnavendî anku ew fikr û baweri ye ku kom û refê xwe bi ser her kom û refî re dibîne û bi vê pîvanê re tevdigere.



31.12.2014 13:30 | aryâspa

2. ji du peyvan pêk tê: 1) Ethno. Anku: Êtnîk, qewm, milet ... 2) Centrism. Anku: navend, navçe, orte, navîn ...

ethnocentrism têgehek psîkolojî ye, û ji bo nîgarkirina diyardeyeke tê bikaranîn: baweriya takekesekî ku tevgerîna wî û ya êtnîka ku ew jê ye, hergav baş, girîng, xwezayî an xweş be, û tevgerîna xerîban jî nebaş, hov, xirab an bêterbiyet be. Nîşanên koma xwe dike pîvan û tenê bi vê pîvanê komên din dinirxîne; koma xwe weke navenda cîhanê dibîne.

ethnocentrism dikare bihiîje asta şovenîzm, rasîzm û faşîzm. lê dikare tenê wek peşdadî an pêşbiriyar derkeve holê. Berovajiya ethnocentrism jî toleransa navkulturî ye, anku mirov xwe ji komên din çêtir nebîne û ji her çand, bawerî û nasname re rêz bigre.



18.06.2015 02:30 ~02:35 | hola êzîda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» ethnocentrism

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv felsefe psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî