Ferhenga înteraktîf
welatê me kurdistan e
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-welatê me kurdistan e

1. Helbestek (li gorî min sirûdek) kurdan e ku ji hêla mecîdê silêman ve hatiye nivîsîn.

Stranbêjên herî navdar ê vê stranê strîne aslîka qadir û rencber ezîz e.

Gotinên sirûdê li jêr in.



Welatê me Kurdistan e



Welatê me Kurdistan e

Welatê me Kurdistan e

Cîh û meskenê me Kurdan e



Welat ji mere ruh û can e

Millet hemî bira ne

Cîh û meskenê me Kurdan e



Temam baxe û bistane

Welat gul e gulistan e

Millet hemû birane



Welatê me pir şêrîn e

Merg û çem e û zevî ne

Qîz û bûke tev cindî ne

Eslê xwe da horî ne



Kurdistana me zeynet e

Cemata wî pir hurmet e

Temam qedr e û qîymet e

Welatê me cennet e



gotin: mecîdê silêman



18.01.2015 18:52 | berxweda

2. deh panzdeh sal berê navê bernameyekê bû di med tv de, bi mûsikê re cih û warên kurdistanê nîşan didan. ne şaşbim dema spêde derdiket û vtr ya wê hê jî li ber çavê min e.



18.01.2015 22:11 | seydayê_peyvan

3. şehrîbana kurdîjî digo, min bixwe jê seh kiriye



19.01.2015 01:03 | ferhenga şikestî

4. îcraya Egîdê Cimo ya bi zirne.



19.01.2015 21:52 | seydayê_peyvan

6. mijara ku bîranîneke bavê min aniye bîra min: berî darbeya 12'ê îlonê li îdirê di qehvexaneya gundê me de, bavê min ji xortên hevalên xwe re derbarê kurdistanê de diaxife. mêrîkekî kal gûh dide bavê min û dûv re jî dizvire û ji bavê min dipirse, "kurê îbrahîm, ev kurdistana ku tu behs dikî li ku derê ye?".



(bnr: trajêdiya me kurdan)

(bnr: nezaniya me kurdan)



20.01.2015 00:27 | nazim tolhildan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatên keçikên wan xweşik
» kurdistanskyscrapers.com

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî