Ferhenga înteraktîf
ahmet aras
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ahmet aras

1. di sala 1944an da li gundê melle osman yê Qereyazîye hatîye dunê. di 1970yî da fakulta aborîye qedandîye.di salên 1965-66an da bi sedemên sîyasî hatîye girtin. piştî 12ê adara 1971lê ji ber îdara eskerî çûye derveyî welat û li swêdê bi cih bûye.hetanî sala 1978an li wir mamostetî kirîye.erya 1980yî demekî di DîSK'êda xebitîye. di kovarên Ant ,emek, yürüyüş,azadî,ronahî û gelek kavarên din da nivîsen wî hatîye weşandin.ji mêj va li ser zargotina kurdî dixebite.

ji wan xebatên wî destana ker û kulik û ya siyabend û xecê di sala 1993 yan da hatine çapkirin

di sala 2009an da jî kitêba wî ya bi navê serhildana seyîdan û berazan hatye çapkirin.

pirtûkek jî serşairê kurda yê efsanewî evdalê zeynikê nivîsîye û weşanxaneya nûbiharê çap bûye



12.03.2015 13:39 ~15:55 | quşxaneli

2. Bernameya bi navê wext çawa derbas bû - beş 417 li ser trt kurdî rastê hevpeyvîna wî bi abdrurahman benek re hatim.Ahmet aras , nivîskar û lêkolîner e.kesayetên wek mûsa anter , yaşar kemal re hevdu nas kirine.
Bernameyê de ahmet aras behsa xwe , sîyaseta tirkîyê a 1950 an dike û behsa pirtûkên xwe ku derbarê evdalê zeynikê , feqîyê teyran û yên dike.Ahmet aras kovara nûbihar de , carnan nivîs û gotaran parve dike.




07.04.2020 15:08 | brzn

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet el dinarvî
» arastin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî