Ferhenga înteraktîf
tûtik
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tûtik

1. (bnr: mirîşk)

di kurdî de li gelek deveran wek mînak farqîn ji bo mirîşkan dibêjin tûtik. ez bawer im ji ber dengê mirov gazî mirîşkan dike wiha hatiye gotin.

gava mirov gazî mirîşkan dike mirov dibêje:

"tû tû tûtû tû tû tûtû..."

tû tû = tûtik



bi vê rêyê hin peyvên din jî çêbûne:

kitik, gava mirov dûr dixe mirov dibêje:

"kit kit e, kit e..."

kit kit e = kitik



herwiha pisîk jî bi heman rêyê, ji bo gazîkirinê jî mirov dibêje:

"pis pis pis pis pis..."

pis pis = pisîk



edît û nedît: min carekî gotibû peyva mirîş peyveke erebî ye, min ji ku bihîstibû, li ku xwendibû, nayê bîra min; lê piştî bertekên hevalan, min vê carê taze lêkola, dawiyê diyar bû mirîşk ne erebî ye. biborin *



07.04.2015 02:05 ~2015.09.18 18:16 | xendekî

5. Amûreke ya dengeke zîz dide. Hin deveran jê re fitîk jî tê gotin.



Peyv ji dengvedana xwezayî tê. Wekî teqlîda tûûûût e.



Divê ev jî bê zanîn ku peyvên wiha ne malê zimanekî ye ya her zimanî ye. Ango mirov bêje peyveke erebî ye şaş e. Bêje kurdî ye ew jî şaş e.



(wêne:www.partitoys.com/userfiles/image/whistle-neon-green-m.jpg)



07.04.2015 12:40 ~12:40 | bijêrvan

6. giyayek heye jê re dibêjin ''tîtuk'' li devera sêrtê. carekî li mêvandariyê min xwaribû, şaş neyê bîra min mîna tivr û kartolan ew jî koka wê tê xwarin.



07.04.2015 13:24 | xwînhingivîn

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tûtikên hêka

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî