Ferhenga înteraktîf
carina mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-carina mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo

1. gotineka pêşiyan e, carina tiştin ne bi dilê mirov be jî mirov mecbûr dimîne dike an dibêje, di şer'a îslamê de jî te'wîzek bi vî rengî heye, em bêjin yekî tu girtî û ji te re go tu ji şeytên re neçî sicdê em ê te serjê bikin, tu dikarî jê re herî sicdê û paşê dema tu ji destê wan xilas bûyî, tobe bikî.. an em bêjin tu hatî girtin, ji te re gotin tu nebêjî ''diya min jî tirk e ez hazir im ji dewleta tirk re xizmetê bikim'' em ê te daleqînin, tu dikarî bêjî û paşê dema tirsa daleqandinê ji ser te rabû, tobe bikî..

lê hinek bênamûsên eyarfireh jî hene ku ev yek ji xwe re kirine edet, ne carinan lê her tim û daîm ji dostê diya xwe re dibêjin yaboo û ''ortak vatan'' dema tu vê li rûyê wan didî jî xwe aciz dikin, bavûkalan ji bo vî halê wan jî gotiye; di xwe de dibînin lê nasediqînin..



(bnr: eyarê bênamûsan fireh e)

(bnr: di xwe de dibîne lê nasediqîne)



13.04.2015 23:36 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» carina mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo
» mirovê ku mezinên wî hemû mirine
» yarê debestaniyê men
» diyaxwegayî
» xwedî ke malê xwe berde canê xwe
» dibêjin şam şekir e lê kurdistan şêrîntir e
» yabo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî