Ferhenga înteraktîf
zargotina kurdên serhedê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-zargotina kurdên serhedê

1. pirtûKA KO ji aliyê mehmet gültekinî ve hatiye berhev û amade kirin E. di nav weşanên avestayê de DERKETİYE



Rohat Alakom, di pêşgotina ku ji bo kitêbê nivîsandiye de wiha dibêje:



“Zargotina Kurdên Serhedê ji sedî zêdetir stranên dîrokî ên mêrxasiyê, mêraniyê û cengewariyê pêşkêşî xwendevanan dike. Piraniya wan cara yekem derbasî ser kaxiz dibin û tên weşandin. Her stranek li ser mijarekê ava bûye, şax vedaye û bûyerekê vedibêje, pêşkêş dike. Her yek ji wan xweyê dîrokekê ye yan jî dîrokekê, serpêhatiyekê raberî xwendevanan dike. Mehmet ji bo ku naveroka van berheman baş bê famkirin, destpêkeke dirêj jî wek lêkolîn amade kiriye û ligel van stranan weşandiye. Di vê beşê de tiştine gelek balkêş li ser huner û dîroka dengbêjiya kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye, alîkarî daye xwendevanan. Ev stran, ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêşketina ziman, edebiyat û herwisa ji bo dîroka kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gultekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tiştên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên kurd, dildarên zargotina kurdî jî wê bi kêfxweşiyeke mezin vê pirtûka kurdî bixwînin, tam û lezetekê jê werbigrin.”



11.11.2013 16:05 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» zargotina kurdên serhedê
» kurdên ku li internetê de bi tirkan re nîqaş dikin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî