Ferhenga înteraktîf
edebiyata mezlumiyetê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-edebiyata mezlumiyetê

1. ceynika serê min jê diçe, qûtê bindest û xwelîseran e, şûna mexruriyetê hertim mexduriyet û mezlumiyetê didin pêş.. girî ji wan kêm nabe, îşê wan ajîtasyon e, dixwazin dilê xelkê bi wan bişewite, giriyê xelkê bi wan bê.. pirraniya wan sist û bêxîret in, yanî bi nimûneyeke biçûk ez bêjim; yekî pehînek xwariye û ketiye erdê ew yek jî şûna rabe li ber xwe bide, kerba xwe ji dijminê xwe veke, heyfa xwe hilîne, dike qarewar û barebar, dinya alemê bi xwe û bi xwelîseriya xwe dihesîne, bi zimanê hal dibêje ez bi kêr serîk pîva nayême werin bi min ve..

min wek edebiyata mezlumiyetê vekir, lê bêtir wek edebiyata mexduriyetê tê zanîn,, ji ber ku bûye biwêj û qalib girtiye êdî min destê xwe li edebiyatê neda û nekir wêje..



20.05.2015 18:06 | endazer

2. çavdêrîya min ev e ku ji cahiliyet û kêmbûna peşnîyar kirina argumentên nû jî peyda dibe.

ku haya yekî ji ilmên curbecur tunebe yê nikare bi awayekî berfirehî fikrê xwe bîne zimên. ya wiha nikare qenatek nû jî derxe holê. talîya talî, yê wek sipereke rehet xwe li edebiyata mezlumiyetê dipêçe.



20.05.2015 23:26 | ervah.azad

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» edebiyata kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî