Ferhenga înteraktîf
tu ciwan î
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tu ciwan î

2. straneke ciwan haco ya ji albûma wî ya sî û sê gule ye. beriya niha çendekê li ser youtubeê, klîba wê ya ku berê jê re hatiye çêkirin nû hat weşandin. di klîbê de ciwan, wek navê xwe ciwan û taze ye. stran bi xwe gelekî xweş e, dem deman li malê ji xwe re lê didim û dibêjim *
ciwan haco - tu ciwan î



Gotinên Stranê

Neçe bêriyê keçê tu ciwan î
Xortên gundê me hemû şivan in
Zanin tu rind î finda baxan î
Bayê evînê te nû hilanî
Tu rinda gund î her kes bi te zanî
Hê tu nezan î sorgul mefroşe

Dinya buhar e nû gul hatine
Li vê mêrga mezin sorgul ya min e
Xortên gundê me li ser mirine
Hê tu nezan î gulan neçine
Hê tu nezan î sorgul mefroşe

Ji nav bêrîvanan gul hat ji bêriyê
Lawik ji gundê me kete pêşiyê
Da ber sînga xwe gula beriyê
Hê gul zarok bû dil ketibûyê
Lê ez îro çi bikim
Gul noşe noşe

Neçe bêriyê keçê tu ciwan î
Xortên gundê me hemû şivan in
Zanin tu rind î finda baxan î
Bayê evînê te nû hilanî
Tu rinda gund î her kes bi te zanî
Hê tu nezan î sorgul mefroşe



05.01.2021 20:56 ~20:56 | xeyda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwan haco - xerîbî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî