Ferhenga înteraktîf
lorîka cemîlayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:lorîka cemila
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-lorîka cemîlayê

1. strana ku (bnr: mem ararat), li ser cemileya deh salî ku li (bnr: cizîra botan) li ber deriyê malê hatibû kuştin û ji ber qedexeyan nekarîbûn veşêrin û laşê wê di sarinçê de hilanîbûn, gotiye. Ez çiqas ji bo guhdarkirinê vedikim ez nikarim heta dawi lê guhdari bikim... Xwedê "qesra hezar deri li serê wan zaliman de hilweşine"(lînk:

)



29.01.2016 12:30 ~12:31 | karxezal

2. ji bo Cemîlaya Cizîrî ya di 7ê îlona 2015'an li cizîrê bi gulleya dagirkeran mir û ji ber qedexeya derketina derve laşê wê yê terr ma malde û diya wê ew kir sarincê de ji bo laşê terr her terr bimîne.





Gotinên Stranê:





mem ararat - Lorîka Cemîlayê



Ez ê çi bikim, ne ewrek im ku bibim baran û vê agirê lê vemirînim,

Na na wele ez ê ne bayekî gur im û vê reş dûkelê lê biqurtînim



Dibêjin ha vaye xinzîr hatin, ber deriyê mala bavê min ji bo dojehê xwînê dirêjînin,

Lê lê vê sibehê wezê lorîka berxa xwe yê Cemîlayê lê bilorînim,

Dibe ku gaziya min alan bide û qesra hezar derî ji binî de lê hilweşînim, lê hilweşînim...



Lê lê berxê ev çi havîn e, bayê berfê lê dûr dixîne,

Wa malîno em ê biçin qontara çiyayê Cudî, wa gav bi gav hêlîn hilînin???

Ne bes be em ê gazî'kin temama Kurdistanê li warê xwe lê bicivînin,

Ez ê ji bo birîna Cemîlka xwe parçeyêk cemed lê wezê bînim.

Ay de lê lê...





asoya helbesta kurdî



ji vir guhdar bikin:





29.01.2016 20:57 ~20:57 | xendekî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» lorîka cemîlayê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî