Ferhenga înteraktîf
kurdên whatsappê wek watşap bi lêv dikin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdên whatsappê wek watşap bi lêv dikin

1. piraniya kurdên li şirnexê dijîn, nizanim çima wisa dikin ji xwe gava tu watsap dibêjî henekên xwe bi te dikin.

(bnr: xwedêyo aqilekî bide me)



14.09.2015 22:15 | dijber

2. (bnr: ferhenga şikestî)***



14.09.2015 22:25 | ferhenga şikestî


4. (bnr: apê newzet)

(bnr: photoshop wekî fotoşoq bi dev dikin">kesên ku photoshop wekî fotoşoq bi dev dikin)

peyvek biyanîye ne pir ecêbe ger şaş bê gotin.



15.09.2015 00:09 | shorbevan

5. (bnr: hemû cizîrî)



û ez jî. min digot qey whatşap rast e jî. Piştî ku li amedê çend hevalan li rûyê min da, niha min ferq kir ku whats-app e *



17.09.2015 15:36 | xendekî

6. Teqez ji yên ku whatsappê weke watsap bi lêv dikin, kêmtir in..



17.09.2015 15:44 | mergehez

7. kesî negotiye ez bêjim kurdên alamancî ne tabiki de.. ji wan we ye qey li ku ts hebe li wir ş heye..*



17.09.2015 16:38 | kevçiyê dil

8. Kurdên ku pêwîst e vê vîdeoyê temaşe bikin. Ji ber ku hîna ez nebûyîm xwediyê telefonek baqil min jî ji kurdekî wek vatşap bihîstibû, dem derbas bû me rastiya wê fêm kir.







17.09.2015 16:47 | hêja hûner


11. Kurdên ku ne hewce ne vê vîdeoyê temaşe bikin..

min kir bi kêrî tu gûyî nayê, ezê dîsa bêjim watşap....

(bnr: ma qicixî bi pere ye) ?



17.09.2015 18:45 ~18:46 | ferhenga şikestî

12. Sedî sed ji Rihayê ye. Bi taybetî jî Wêranşar.



24.08.2016 02:34 | biaqila malê

13. divê bilez ev sernivîs bê nîşandanê wan dakû qira wan bê



25.08.2016 00:28 | shorbevan

14. Berî ez telefonê bi kar bînim, yanî di sala b.z 4000* .
Pismamê min ewil WhatsApp şanî min kiribû û wek watşap bi lêv dikir, em jî ji ku zanin, gundiyê Xwedê bûn. Piştre em mezin bûn, telefona me çê bû, me dît ku em hatine xapandin .⊙﹏⊙

Nizanim kîjan biaqilî ewil wisa bilêv kiriye,



25.04.2021 03:51 | merwano

15. Dîya min dibêje vapşap. Telefona wê ya Android çêbûbû Di go kurêm vapşapa te jî heye?. *



25.04.2021 11:56 | xwelî li ser

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku bi zimanekî din pesnê kurdiyê didin
» wekî stranan guhdarkirina soundtrackan
» lêv

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî