Ferhenga înteraktîf
farqîn
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-farqîn

1. 120 salan paytexTA dewleta MERWANIYAN BÛ YE. KELA WÊ YA ZEMBÎLFIROŞ DESTANEK NAVDAR E. DIBÊJIN HEFT CARAN XERA BÛYE Û DÎSA AVA BÛYE.NAVÇEYA HERÎ NAVDAR A AMEDÊ YE.



05.08.2013 00:19 | krîstîn

2. endamek koma azade.



05.08.2013 03:53 | zîpik

3. gellek ciki giringe ciki welatpareze derdorawi surın lı niha pırahiyawi pelişine tevi göndewi 40 hezar nufusawi heye yani jı xebera kut pır xeşe ciki ku gereki merov gereki bıvine



21.08.2013 16:28 | ahmet_amed

5. (bnr: zana farqînî)



22.08.2013 20:29 | gabarî

6. ji dewleta mewaniyan re 120 salan patext bûye.dibêjin 7 caran xera bûye û 7 caran ava bûye.xewnek zarokatiya min e ku qet û qet naqede her didome..



22.08.2013 23:18 | krîstîn

7. bajarê bi gelemperî mirovên wî welatparêze.



22.08.2013 23:23 | bayesar

8. Kurdiya wan xweş e.

Meselokên wan ji xweliyê bêtir in.

gotinên pêşiyan tev jiber kirine.

keçên wan poz bilind in...



21.09.2013 17:45 | gulan

9. bi welatparêzan û bi hizbi-şeytanan tê nas kirin... Salên 90da farqin bo derya xweynê...



21.09.2013 22:22 | avaşin

12. hindik maye ku saya serê nivîskarên jê bide pêşiya sêrtê..

di tirşikê de ez li jêr dinêrin farqîn, ez li jor dinêrim farqîn.. mîratê hemû jî xwende û bersivamade ne, hindik maye ku tirşikê jî bikin qezayeka farqînê..



14.12.2013 00:17 | endazer

13. Ji bo navê Silîva(Farqînê) vê nivîsê bixwînin.

Here lînkê



18.02.2014 11:26 ~2015.04.07 09:24 | gulan

14. navÊ farqÎn ermena daye farqÎn. kurdÎya WÎ silÎva ye, gava ku silÊmana xwedÎyÊ farqÎnÊ buye. xelk gotiyÊ a silÊman,asÎlÊman,silÊman,silÊman heta buye silÎva. dÎsa jÎ anha silÎva bi farqÎn jÎ tÊ nas kirin, bi silÎva jÎ tÊ nas kirin. her du jÎ dÎrokÎye. weka tirka navÊ navçe bi zor nexistine silÎva an ji farqÎn. hun kÎja bxwazin dikarin bikarbÎnin.



09.03.2014 15:40 | hun çawane heval

16. dema navê vê navçeyê dibihîsim cara pêşî hîzbullah tê bîra min. hevalek hebû ji vê navçeyê, bi malbata xwe re li îzmîrê dijiya. sala 92ê, ji ber tehdîdên hîzbullahê mala xwe berdane û baz dane îzmîrê. hîzbullah çend caran bi ser mala wan de digire û taliyê mala wan ji wan distîne, malbateka nêzikî xwe di wê malê de bicî dike, ew jî nêzikî hefteyekî li hewşa mala xwe de dimînin dû re bar dikin îzmîrê.



07.04.2015 13:01 | xwînhingivîn

17. bajarê îro sofîk û yên derva yani hüda par pkk dîsa şer xweş kirine ewê pêr kuştin çêbibe dîsa. millet newêre derê derva hevçûn heye lê bi sîliha qewlê sofîya hetanî piştî hilbijartînê danîne ka bira li ser xêrê be. lê ez jiwan daxwazî û bi hêvî bira siktirbin herin di nava farqînêda li hev nexin herîn bikevin cepha derdora farqînê tev valaye.



31.05.2015 18:34 ~2015.08.13 23:43 | shorbevan

18. bajarê ku ydgh/pkk îro şer li dar xistine li gorî agahîyan wê şer li vêderê jî wê bidome xwedê xêr bike.



13.08.2015 23:46 | shorbevan

20. bajarê îro dewleta faşîst û terorîst derketina derva qedexekiribûn û têlefon hê jî nakişînin farqînê berî nava hev dane ez hêvî dikim zêde zirar nebûye.





18.08.2015 23:10 | shorbevan

21. bajarê ku bûye cihê talanê, bîlançoya êrîşên dewleta tirkan a van rojan diyar bû: li gor wê dewleta tirk li farqînê 3 kes hatin kuştin, 6 kes hatin birîndarkirin, 10 xanî 15 dikan û 15 wesayît hatin şewitandin.



19.08.2015 18:04 | xendekî

22. rojhilata navîn

bajarê heta niha ti xêr ji xwe nedîtîye

û ji berêda xerabeye belî piştî van bûyeran heyeta hdpê here ev bajar badana bike hinekî nûnbikin... çima ev bajar? ji vartoyê ji silopîyê.. helhet ne çêtire lê bajarekî pir gelemşeye hetanî bibe gere ev bajar lihev nekebe.





not: bira şaş nê fehmkirin jiber ez ji farqînê me ez wisa nabêjim yê zane zane ez dibêjim çi mala me gulekî jî lê neketîye tevekê farqînê jî xera bibe mala me tişt pê nayê sê alî dorê girtîye lê farqîn tev mala meye malên xerabûne yên mene.. werhasil ji bû menfaeta xwe nabêjim ji bû pkk ji xwera zehmetî dernexe dibêjim û edî milletê me jî gunehe herin li bajarên tirka jî şerbikin avê wan ceryanên wan qut bikin...



19.08.2015 23:05 ~23:34 | shorbevan

23. ev 4 roj e, li sê taxên farqînê dîsa derketina derve qedexe ye, Dîsa çend sivîl bûn hedefa gulleya dewleta tirka. meta ciwanî xwe avêt pêşiya biraziyê xwe yê li erdê brîndar, lê ew jî bû hedefa wan û brîndar ket; îro li gor hin agahiyan meta wî jî miriye.



07.11.2015 11:32 | xendekî

24. herî penc roje li sê kuça derketin qedexeye. welatêmin, her ku ava bîye heya ana heft car xerabîye ev care heşte. welatiyême ewê ji bin viya serbilind derkeve.



07.11.2015 13:36 | sergêj

25. navçeya ku di nav agir de ye. vaye heftiyek e derketina kolanan qedexe ye. heta niha çend sîvîl hatin kuştin, çend polês geber bûn, çend şervan şehîd ketin nizanim.

lê ev rewş wisa nadome, sebra xelkê nemaye..



10.11.2015 00:42 | brusk56

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» farqîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî