Ferhenga înteraktîf
nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-nivîskarên ku bi kurdî ji bo tirkan dinivisînin

1. Firat Cewerî yek ji mînakên herî baş e. Nivîskarê me yê gewre di romana xwe ya "ez ê yekî bikujim" de lehengekî ku di pazdeh sal di hepsê de razayî û her tim çêrî gelê xwe dide derdixe pêşiya me. di beşek din de nivîskarekî kurd ê ku li ewrûpayê dijî derdixe pêşiya me. bûyera herî sansasyonel ew e ku jineke kurd li ewrûpayê beşdarê gerîllayan dibe û dawiyê de dibe qehpik.

derdê nivîskar bi temamî ev e ku bibe mehmed uzun'ê duyem. kîtêba xwe ji bo bê wergerandin nivîsandiye û xwestiye dilê xwînerên xwe yê tirk xweş bike. di kîtêbê de leşkerên tirk gerillaya jin digirin lê bêyî ku tu xerabî bikin dihêlin bireve, qoricî jî bêyî ku tu tişt bikin wê dibin didin destê hinekan. gerillayeke jin bê girtin û di bajarê amedê de şeş mehan qehpiktî bike û biçe ji mişteriyên xwe re lavayî bike da ku wê ji vê rêya xerab xelas kin; ew fanteziyek çawa ye? tecawiz û êş û kuştin. kurdbûn û wêje li hêlek din; hem bi nêrînek post-kolonyal hem bi nêrînek femînîst honandinek rezîl e. tu eleqeya çîrokê bi jiyana kurdan û kurdistanê re tune ye. hemû lehengên kîtêbê bêyî ku rexne li dewleta dagirker bigrin hew ji gelê xwe nefret dikin. çi şoreşvanê di hepsê de razayî, çi nivîskarê sirgûnî, çi qehpik be.

û di hemû rojnameyên tirkan de jî bêhsa camêr dikin jixwe. bi xêra abîdîn parilti ji qontenjana apan ew qas pesnê wî tê dayîn herhal.



27.01.2016 00:37 | roza

2. serkêşê wan mehmed uzun bu. ewî jî hinekî sterîl meseleyê dihonanda. wextê pirtûka derdiket du meh beriya ya kurdî wergera wê diha firotin. ji xwe wergêrê wan pirtûkan jî ji paxila akpê dernakeve; (bnr: muhsin kızılkaya)



27.01.2016 00:47 | azadixwaz

3. Helbet rewşeke xirab e lê ji ber firotina pirtûkan rewşeke normal e jî. Heta min pir kurd dîtine ku Mehmed uzun bi tirkî xwendine û bawer nakim ku pirtûkên kurdî ji aliyê tirkan ve bên xwendin. Lewma nivîskarên Kurd jî xwe nêzîkî tirkan dikin. Eger wergera almanî ya wan pirtûkan zêde bihatana firotin wê demê nivîskarên me jî xwe nêzîktir li almanan dikir. Eger ew pirtûk tenê bi kurdî pirr bihatana firotin wê wextê jî hewcedariya nivîskarên me bi xelkên din nedima. Kêfa min jî ji firat Cewerîyê nayê lê divê rexne ne tenê li ser wî be.



03.08.2017 14:18 ~14:18 | sloujouc

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin
» kurdîzade ehmed ramîz
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: pirtuk niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî