Ferhenga înteraktîf
fatreşk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-fatreşk

1. navê organeke mirov e ku li aliyê çep, jor û hinekî pişta zikê mirov cî digire.

organek nazenîn e, loma di qeza û darbeyan de herî zêde birîndar dibe. ji ber ku nava wê tije xwîn e, di birîndarbûna wê de xwînîbûn gelek çêdibe û lewra piranî bi emeliyata splenektomîyê tê standin.



hinek fonksiyonên wê:

1- %30 trombosîtên di laşê mirov de, li vir tên parastin. (ji bo hişkbûna xwînê)

2- beşek ji lenfosîtan li vir tên hilberandin. (ji bo şerê li dijî enfeksiyonan)

3- depokirina xwînê (ev taybetî ne ewqas berbiçav e)

4- di dawiya emrê erîtrosîtan de, girtin û îmhakirina wan.

5- hê di dema bûna di zikê dayikê de, hilberandina erîtrosîtan (ev kar paşê dibe karê hestiyan)

6- fîltrekirina hinek mîkroban (bi taybetî bakretiyên ku xwedî kapsûl in)



ji ber ku fonksiyonên wê %100 ne zarûrî ne, bi emeliyatê were standin jî nabe sedema xetereya jiyanê. lê piştî standinê, divê li hember rîska van bakteriyên ku li jor behsa wan hate kirin, bi derziyan tedbîr werin standin.



13.02.2016 21:11 | simurg56

2. (bnr: zîno)



13.02.2016 21:15 | azadixwaz

3. fatik jî tê gotin, gêr ez ne şaşbim navê nexweşîna fatikêye jî li herema me, dema kesek meriv acis bike, bi hêrs bike û meriv bî teqîne.. dibêjin te min kesebreşî an fatereş(k)î kir.. baş ne bawerim dîsa bimin nê xapin



13.02.2016 22:54 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» fatreşk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zanistitenduristi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî