Ferhenga înteraktîf
rotînda yetkîner
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-rotînda yetkîner

2. stranbêjê ku bi hînbûna paşeroja wî ya ku bi sezen aksu û (bnr: ajda pekkan) re, şaşwaz bûme.



15.08.2013 19:45 | simurg56

3. Bi salan e bi nêrmo tê zanîn, li gor gûmana min ji ber straneke wî a bi navê "min dixwest ku dilê xwe..."



15.08.2013 23:31 | hemdilaarda

4. rotînda û ew stranên wî yên xemgîn, ê mişt evîn , bêrîkirin, hunereke bêhempa.... her bijî....



14.10.2013 16:46 | arami

6. zilamê ku wextekî rojhan beken li ser hesabê xwe yê facebookê lê digirt û lê direşand.. digot bi mahneya ku klîbên min zêde mûstehcen in klîbên min di kanalên partiyê de nayên belavkirin.. xêr û guneh di stûyê rojhan û rotînda de ye tabî hetta ez ne şaş bim piştî van polemîkan rojhan beken dev ji mûzîkê berdabû.. min li klîbên behskirî nêrî dev ji mûstehceniyê berde qene jinek jî tê de ne xuyan bû.. li gorî texmîna min ji ber ku ji bo öcalan stranek çênekiriye klîbên wî li ser kanalên partiyê nehatine weşandin û wek hêncet jî mijara mûstehceniyê danîne li pêşiya feqîro..



14.10.2013 21:45 | endazer

7. tîneke germe germ daye mûzîka kurdî îro ro, mûzîkeke bi kalîte, hêjayî guhdarkirinê cêdike. yanî ne wek kundirên ku di dawetekê de stran gotibin û xaltiya wan, meta wan ji wan re gotibe "kuro dengê xweşe û ew jî strankê li ser serok cêkirine û meshûrbûne ye.



15.10.2013 00:17 | dîno

8. kesê bîra hozan serhad tîne bira mirov.



10.06.2014 18:02 | ciwanpiroz

9. dema ku navê wî yan jî straneka wî dibihîsim dilê min bi coş dibe. di her straneka wî de teameka cihî heye. mûzîka kurdî bi hebûna wî gellekî bi siûde. inşelleh ev necamêrokên bi zimanokê xwe yê qirêjok dest tavêjin hûnera wî dev ji malxerabiyê berdin û jê sûdê wergirin



10.06.2014 20:50 | renas

10. stranbêjê ku hemû muzîkên wî gelekî xweş in e. bi her strana wî mirov dikeve nav muzîkek cûda.

her wiha yek ji bingehê muzîka kurdî ye.



30.01.2015 23:40 | berxweda

11. Strinabêjekî wasat e. Û tê ku tê gotin demekê gerîlla bû ye. Û ne agahiyeke teqez e, lê yek ji birêvebirê roj tv bû ye.



31.01.2015 02:53 | seydayê_peyvan

12. We qet ev wêneyê rotînda û hozan serhat bi hev re dîtibû.

Here lînkê



12.03.2015 19:10 | xendekî

19. belgefîlma ku di qamp û stargehên gerîlayan de hatiye girtin û qala jiyana rojane ya gerîlayan dike..

ji aliyên rojnameger ertuğrul mavioğlu û derhêner çayan demirelve hatiye çêkirin

qaşo îroj di mihrîcana fîlman a stenbolê de dihat pêşkeşkirin lê qedexe bûye û ji danîşanê derketiye



12.04.2015 14:22 | ferhenga şikestî

20. fragmana wê:





12.04.2015 14:26 | mergehez

22. Mîtolojîya Kurdan



21.04.2015 18:56 | teberkerde

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rotînda yetkîner

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî