Ferhenga înteraktîf
tiştên ku di hundirê malê de winda dibin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku di hûndirûyê malê de winda dibin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tiştên ku di hundirê malê de winda dibin

2. Ez: dayê ka şalê minê qot?

Dayîka min: Te danîbe ku wir e.

Ez: Kanê?

Dayika min: Ku be wir e.

*

Minakê vê dîyalogê zehf in.

Min carekî têlefona xwe ya nokia 1100 winda kir disa hindirê malê da. Welle eva bu 6 sal hê jî winda ye.



13.04.2016 18:36 | bûtîmar

3. piranî qumandaya televîzyonê ye. û ger tv'ya we jî weke ya min tenê ji qumandayê bikare were kontrolkirin, dibe derdek mezintir. telefona min jî dikare bibe qumanda, lê tenê ji bo klîma û televîzyonê. mixabin ji ber ku satalayta min ne marqeyek popûler e, telefona min wê nas nake.



qumandayên wendabûyî piranî bin palgehan de an jî di navbera mîndera palgehan û milên palgehan de, tên dîtin.



13.04.2016 20:58 | simurg56

4. her tişt li hêlekê, cihê goreyan bawer im di rêza ewil de ye..

ez fêm nakim çawa wenda dibin, mesela tiştên dî bi demê re di quncikê de tên dîtin lê ev goreyên bênamûs çem û çem diçin..



berê min ji xaltiya xwe re digot bi şeref du goreyên min diavêjî sêlika sergoyê, digot tu manyax î!*

ev bû qederekî du sal in tenê dijîm, ji xeynî min li mala min kesek nîn e, û goreyên min dîsa wenda dibin, çawa dikarim wenda bikim nizanim**



13.04.2016 21:08 | ferhenga şikestî

5. (bnr: hiş)

(bnr: hiş hinda dibin tişt hinda nabin)



14.04.2016 01:00 | shorbevan

6. Bremîn wenda bû



14.04.2016 03:26 | kere pir

7. gelek tişt in.

(bnr: berçavk)

(bnr: demjmêra zendê)

(bnr: mifte)

(bnr: cilûberg)

lê bi avayeke bi behît ji aliyê dayikan ve bi lêz tên dîtin.



14.04.2016 15:55 | nazim tolhildan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku bi eraqê xweş diçin
» malê îbada naye xwarin
» windabûna kitên goreyan

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî