Ferhenga înteraktîf
teberik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-teberik

1. teverik jî tê gotin, pîroz, bimbarek.. tiştêkî bîna derman/şîfa an meriv baş dike tê dîtin



11.05.2016 21:34 | shorbevan

2. Gotinek ku cara ewil di nav pirtûkek (bnr: eskerê boyîk) de dîtîbûm..belkî bilêvkirina “mibarek” a erebî ye..



11.05.2016 21:56 | havka

3. peyva ku cem me weke tiberik tê gotin. ez ne xelet bim ji bo tiştên pîrozwer tê gotin. min bixwe zêde bi kar neaniye loma berfirehiya wê nizanim. di ferhengan de jî forma wê ya tiberik jî heye.



11.05.2016 23:52 | simurg56

4. Tişta pîroz, tişta şefa kû bi niyeta şefayê qetekî biçûk jê tê xwarin.



Tê bîra min . Wextê ez biçûk û xewn û xeyalên min mezin , ji hoperlora mizgefta gund yekî bang dida ''gelî gundiya, îro emê çine ziyareta şêx ''. Pişre gundîyan tevde , her malê dîyarıyek tanîn. Hineka mirîş, hineka elok, hineka qaz, hineka genim, nîsk, pere, gîsk, berxik... werhasil ti kes destevala ne diçû. Çi gû hebane dibirin. Bona ku ce bêqîmet bû ti kesî ce nedibir.



Romorka trektorê tijî dikirin û tevde diçûne ziyaretê.



Şêx, li gundê tirseqanê bû. şêxê tirseqanê.



Sibehê gundî diçûn dora esrê divegerehan. Tê bê qey çûne hecê. Şêx jî hediyeyek dida gundîyan. Nan. Jo bo herkesî qetek nan dida. Vêca cîya me ew qetê nan dikire qet û heryekê piçek dida me. Di got '' bixwin bixwin , ev tiberika şêx e. Yanî şefa ye. Derman e.



Ya rastî ew nan ji binî nexweş bû û ti kesî jî jê hez nedikir. Nanekî, hevîrî û tirş bû. Jo xwe re min di dot ''jina şêx ji binî nizanê nên çêbike'' . Erê wela tê bê qey şêx henekê xwe bi gundîyan dikir.



Ew gûndîyan hemû jî feqîrê xwidê bûn. nan nebû ku bixwin.



12.05.2016 00:16 | gumgumok

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» teberik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî