Ferhenga înteraktîf
geçti borun pazarı sür eşeği niğdeye
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-geçti borun pazarı sür eşeği niğdeye

1. gotinên pêşiyan a tirkî ye. di şûna wê de mirov dikare çi bêje nizanim ya rastî, lê teqez gotineke xweş di kurdî de heye.



kurteya çîrokê ev e; bor navçeya bajarê niğde ye. dibêjin ku li qezayê borê bazar erzan bûye, ji ber vê hindê bazara borê serê sibê zû dest pê dikir û zû jî xilas dibû. yê/a ku dereng dima, yan jî dereng biça hingê li bazarê ti tişt nedima, ew kes jî mecbûrî berê kerê xwe dida bajarê niğdeyê...



ji kerema xwe yê/a ku dizane bila binivîse...



(bnr: geçti borun pazarı sür eşeği niğdeye)



12.06.2016 03:07 | tu qurbana zarê xelqê bî

2. "bazara bor'ê derbas Bu bajo kera xwe bo nîğdê" an jî "bazara borê xilas bu bajo kera xwe bo nîğdê"



12.06.2016 04:12 ~04:14 | azad30

3. gotineke pêşiyên tirkan e.

endazer di mijara versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan de versiyona wê ya kurdî nivîsandiye; versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan/9039



yanî ev e; tahta ku te lê rît baranê şûşt





(agahî; weke hûn zanin fonksiyona "di mijarê de bigere" ya tirşikê heye. min mijara versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan vekir û di nav mijarê de li lêgerîna peyva "borun" kir û encam derket holê. hevalên ku taybetiyên wisa nizanin, ji kerema xwe re vê derê binêrin; vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê)



13.06.2016 08:34 | simurg56

4. Seyda sîmurg56 nihe di dilê xwe de dibêje: lawo min çi kire bela serê xwe Bi çêkirina tirşîkê ve , kurd zehf tiralin ku xwe ra nabînin ku vîdyoyên li ser bikaranîna tirşîkê temaşe bikin ku wiha nebêje heqqet sîmurg56 hem bijîşke hem jî xwudanê sebrekê qewîye. Spas seyda spas...



13.06.2016 11:53 | azad30

5. (bnr: hasil giha misûl)

li gorî wîkîpediayê, dereng man, firsend revandin. *tu mi bi xwe hesiyayî lê hasil giha musil"



13.06.2016 21:02 | havka

6. derbas bû bazara borê kerê bajo niğdeyê

bihirî bazara borê kerê bajo niğde

hem wateya: atı alan üsküdarı geçti







versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan
de jî : tiştê çû nede dû



14.06.2016 01:19 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» geçti borun pazarı sür eşeği niğdeye
» sürat kargo

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî