1. Ajansa anadoluyê îddîa kirîye lê înşallah nûçeyek derew be. Hêjta ajansek dîtir derheqê vê îddîa yê de nûçeyek çênekirîye Here lînkê |
|
09.07.2016 19:25 |
azad30
![]() |
3. ji aliyê pkkê ve hatiye derewandin. |
|
09.07.2016 20:28 |
simurg56
![]() |
4. îdîaya ku li gorî google trendsêî berî niha jî 4 caran hatiye îdîakirin; Here lînkê |
|
09.07.2016 20:55 |
simurg56
![]() |
5. Çima nizanim lê vêca ji min re wek nûçeyeke rast hat. Lê heta esseh nebe ez jî bawer nakim, ji lew her sal tê kuştin |
|
09.07.2016 21:23 ~21:23 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. ji zûve hisa wî nayê dibe ji zûve şehîd bûve... xweyê van îdeayan jî êdî xwe çirandin * pirî daye dilê wan bawernakin xebera wî ji wanre here, xwedê neke para wan rojek wisa bi wê kulê bimrin hêviya me teva eve.. îdiayên pkk jî aqiliîtî dike.. û divê wisabe ger rastî jî şehîd ket bira nebêje bira tim tirs û xof be ji dijminanre bira tim bije di dilê dostande.. |
|
09.07.2016 22:59 |
shorbevan
![]() |
7. Bi min îddiayek rast e. Lê ne ji aliyê dewletê. Ji aliyê Pkk yê. Ev çend zemane ne ne wêneyek ne vîdeoyek tenê daxûyaniyên derewîn. Bi rastî jî ka Bahoz Erdal ? |
|
10.07.2016 00:37 |
biaqila malê
![]() |
8. derew û hew |
|
10.07.2016 01:07 |
hola êzîda
![]() |
9. Tirkîye divê pê van nûçeyan cihê bahoz bidê eşkere kirin. Ji xwe hember ûris û îsrailê jî xwe nerm kirin. Tenê tiştêk maye tirkîye bike, ji têkilîya wan a li pkk, li NATO û UN ê bidê qebûlkirin ypg rêxistinek terorîste. Ji bo vê jî bahoz erdal delîlek bêhempa ye. Ji ber ku wî serfermandariya hpg ê kiriye. Nexwe gelek fermandarên hpg ê yên bi salan şer kirîn şehîd bûn heta hin jî birîndar ketin destê tirkîye (bnr: sofî). |
|
10.07.2016 02:23 |
bapîr
![]() |
10. Ji alîyên tirka ev îddaya berê jî gellek caran hatîye ziman. Hema hertim jî derev u púç derketiye.. |
|
10.07.2016 02:41 ~02:43 |
hesen bira
![]() |
11. vê carê zêdetir tê parastin. niha vîdyoyek jî derketiye holê ku dibêjin aîdê teqîna erebeya wî ye. |
|
10.07.2016 16:59 |
simurg56
![]() |
12. Ku derew be rastî çima nayê peyitandin ? Sal du hezar û sêzdeh zilamekî wisa nivîsandiye Here lînkê |
|
10.07.2016 17:46 ~17:49 |
biaqila malê
![]() |
13. îdîaya ku carek din ji aliyê pkkê ver hatiye derewandin. |
|
10.07.2016 21:01 ~21:03 |
simurg56
![]() |
14. pkkê jibû vê îdiayê mesajek wiha da; got bahoz dije û hûn îdia dikin dibêjin naje bira wekî webe.. wê demê bahozek çû bû bablîsok û vegeriya yanî bahoz êdî wê nemrin.. * |
|
10.07.2016 21:12 |
shorbevan
![]() |
15. Îddiaya ku dîsa wekî her carê bi heman awayî hatiye derew kirin. Qey Fermandar Bahoz li benda daxûyaniya mirina xwe bû ji bo êrîşê doh daxûyanî îro êrîş * An jî dilê Pkk xwestiye lîstikek bilîze ma nabe ? Biraqe dev ji derew merewan berdin. Heta em vîdeoyek nebînin em nebêjin " aha fermandar bahoz dijî " tiştên mayî derew in. Pejna wî hê jî nayê. Çima vîdeoyek ji êrîşê parve nekirin gelo ? Him wê bandora henekê wan jî zedetir biba. Ev hezar car e dibêjin Bahoz miriye. Ku nemiri be tu çima nadi peyitandin ? " Bahoz Erdal li filan derê êrîş kir , Bahoz Erdal nizanim çend leşker kuşt " Yaw he he tamam. |
|
10.07.2016 21:18 ~21:26 |
biaqila malê
![]() |
16. îdîaya ku ne hewce ye ji aliyê pkkê ve bi vîdyo mîdyoyan were derewandin. |
|
10.07.2016 21:54 |
simurg56
![]() |
17. (bnr: gelo çima dûran û karayilan her roj li ser ekranêye qey ew naşixulin) |
|
10.07.2016 21:57 |
biaqila malê
![]() |
18. yên aponun ayetleri xwendine dizanin bê niha li kû ye û di çi halî de ye. erênî an neyênî tiştekÎ nabêjim, bi tirkî dibêjin ''ayarını bozduğun kantar gün gelir seni de tartar'', baş an xirab ew jî çerxek ji vê çerxana qirêj û bêhnpêketî bû. |
|
10.07.2016 22:04 |
endazer
![]() |
20. meseleya dê hê gelekî guftugoyan bi xwe ve bîne. gorî nuçeyên nû muhabîreke al jazeerayê bi telefonê xwe gihandiyê û ev yek sererast buye. |
|
13.07.2016 13:15 |
azadixwaz
![]() |
21. îro li ser kanala firat nuçe ya youtubeê tomareka dengê bahoz erdal hatiye weşandin. li gorî îdîayan piştî îdîaya kuştina bahoz erdal, radyoya dengê kurdistanê ku li başûr weşanê dike, xwe gihandiye bahoz erdal û ev hevpeyvîn pê re çêkiriye. li ser pirsên eger sax e çima pkk bi vîdeoyekî van îdÎayan derew dernayêxê, bersiva, ji ber rîsk û metirsiya tesbîtkirina cihê bahoz erdal, ji bo cihê wî kifş nebe, pkk vîdeoyan parve neke. bi serê min nakeve Û baweriya min pê nayê, kdaroyên dn yên rêvebir yên kckê heta êvarî li ser medyayê ne, tişta ku ji wan re ne rîsk û metirsî ye, çima ji bo bahoz erdal rîsk û metirsî be? |
|
13.07.2016 19:35 |
endazer
![]() |
22. bi weşandina dengê wî, dîsa hatiye redkirin. hê jî îhtîmal heye ku mirina wî rast be, ev jixwe bêguman îhtîmalek e. |
|
13.07.2016 20:30 |
simurg56
![]() |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [1] |