Ferhenga înteraktîf
dehl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-dehl

1. Meriv ji bo daristanên biçûk dikare bêje dehl..

Li gundê me jî dehleke kalê min hebû, em carinan diçûn û me av didan.

Dikarim bêjim nêzîkî 600 dar hebûn giş jî bê fêkî bûn, aniha navê wan daran nayê bîra min..

Li ser erdekî du donim pêk dihat.

Wextekî bênamûsekî -ku kurê kalê min e- gotibû ev dehla te nêzikî sîpana me ye (li derdora nêzîkî navçeya karazê ji erdê re ango zeviyê re sîpan tê gotin) û gotibû vê dehlê bifiroşe me, daku em tevlî erdê xwe bikin bo çandinê.. baş nayê bîra min lê kalê min ez ne şaş bim wan çaxan (2002) bi qasî 500 mîlyonî firotibû. Darên dehlê hatin birîn û zivistanê giş bi qasî deh sal bûn êzing.

Dema tê bîra min pirr diqehirim, ji bo çend qirûşan ewqas dar hatin birîn. Heyf



11.07.2016 14:33 ~14:36 | ferhenga şikestî

2. li cizîrê ji bo baxçeyê biçûk dibêjin ku tê de pêdiviyên malê yên wek firingî, dermanê germ, bacanê reş, bexdenûs, kelem û tiştên din lê tên çandin, dorûberê dehlê jî darên fêkiyan hene.



11.07.2016 14:36 | endazer

3. daristanoka biçûk ku cem me jê re dehlik tê gotin. lê ez bawer im ji bo ku komeke daran bibe dahl, divê ew dar an ya fêkiyan an jî ya sewzeyan fîlan bin. yanî divê darên kêrhatî bin.



11.07.2016 19:21 ~19:22 | simurg56

4. devîyên gûr bi taybetî yên bi dirî û yên dendûreşikare tê gotin, dibe dar û deviyên li dora devê çemanre jî bibêjin



11.07.2016 21:58 ~21:59 | shorbevan

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dehl

Kategoriyên mijarê:: jiyan zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî