1. dengbêj û stranbêjek e, dikarim bêjim ku delîl dîlaner jî di nav de di nav stranbêj û dengbêjên dema îro de yê herî serkeftî ye, ji navê wî û ji simbêlên wî diyar e behdînî ye, lê camêr çi kilam û straneka kurdî hebe bi miqamê qeydeya wê deverê distirê. dengê wî biçekî dişibe yê kawîs axa, lê dengê wî ji yê kawîs axa stûrtir, xurttir û aztir e, ligel kilam û serhaweyan, stranên dawetan jî gelek xweş dibêje.. straneka li ser mele mistefa barzanî: vîdyoyê veke beşek ji şevbêrkeka li ser dtv: vîdyoyê veke çiya bilind in: vîdyoyê veke eman hey lê: vîdyoyê veke |
|
20.07.2016 23:44 |
endazer
![]() |
3. Xwudê heye, divê meriv Heqê yekî nexwe, min jî guh da nalîna wî, xweş distrê lê dengê wî ne bi qasî delîlê min î dîlaner xurt û xweş e. |
|
21.07.2016 17:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. yek ji wan stranbêjan e ku dema distirên ken li ser wechê wan konê xwe vedide, wekê leyla îşxanê, dengê camêr ji xwe xweş e, vêca dema mirov dibîne ku bi eşq û kêf stranan dibêje,bêtir kêfa mirov jê re tê, ka guhê xwe bidin vê şevbêrka wî; |
|
21.07.2016 21:55 |
endazer
![]() |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [1] |