Ferhenga înteraktîf
pelandin
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-pelandin

1. kul û derdê [mijdar] bû min xwest jê re bibim derman.

pelandin, lêgerîn, lêkolîn, saxtîkirin, kontrolkirin, bi destê xwe saxtîkirina tiştekÎ bê ka ew tişt heye an nîne. wek;

- bi çavê girtî destê xwe li rûyê min peland, lê ez nas nekirim



li gorî husein muhammed eslê vê peyvê lepandin e;



''Carinan versiyonek ji peyvê nemaye lê ew di hin peyvên ji wê çêkirî de diyar e. Bo nimûne ”lep” di kurdî de bi maneya ”destên mirovan” yan jî ”dest û piyên heywanan” e. Lê ”dest kirin” bi kurdî ne ”*lepandin” lê ”pelandin” e. Pêşî ”*lepandin” ji ”lep-andin” hatiye çêkirin. Paşî bi metatezê ”pelandin” jê peyda bûye û taliyê ”*lepandin” êdî qet nemaye. ''



22.07.2016 21:08 | endazer

2. kul û derdê min bû.



di strana xeyalên min a simîr rûdan de derbas dibe.



"tava sibhê dipelînê pişta min,xwe dihesim"



lê ez nizanim pelandin e an jî pêlandin e .



22.07.2016 21:19 | mijdar

3. bi wateya mistdan, firkandinê jî bi kar tê.

tava sibê dipelîne pişta min, yanî tava sibhê pşta min difirkîne ango mist dide.



22.07.2016 21:32 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» pelandin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî