Ferhenga înteraktîf
fatîhe
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-fatîhe

1. Sûreyek ji quranê ye ku di nimêjê de jibere tê xwendin. Di taziya de li pey miriya tê xwendin. Yekemîn sûreya quranê ye. Tevdê sûreyê ji 7 ayetan pêk tê. Besmele jî yek ji ayeta vê sûreyê ye.

1-Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm.
2- elhamdûlîllahî rabbîl alemîn.
3- errahmanîrrahîm.
4-malîkî yewmîddîn.
5-iyyakene`bûdû we iyyakeneste`în.
6-îhdînassiratel musteqîm.
7-siratellezîne en`emte aleyhîm, xeyrîl mexdûbî aleyhîm, weleddalîn.


Werger:
1-bi navê xwudayê dilovan û mîhrîban.
2- hemd-pesn û wesf- ji xwudayê alemê re ye.
3- ew dilovan û dilovîn e.
4-xwudiyê roja dîn-roja mehşerê- ye.
5- em ji te re `ûbudiyetê dikin û ji te alîkarî dixwazin.
6-me bide ser riya rast.
7-rêya ku ewên te nîmet dane wan, neku ewên jirêderketî û di delaletê-nezanî, bêhayî- de ne.



Di nava kurda de, ji bo "söz kesmek" ya tirka tê bikar anîn. Dema xwestina bûkê piştî ku li hev tê kirin, ji ber ku digel melakî fatîheyek tê xwendin, jê re fatîhe tê gotin. Lê dibînim ku li tirşikê jî peyva "soz" tê emilandin.



13.06.2021 11:42 ~11:45 | tîrêj zana 21

2. bi wateya xwe jî kifşe ku li xwendina vê ser merzela ne pewîste



13.06.2021 16:23 | doesntmatter

3. Sûreya ku min jî bi dayika xwe û jinbiraya xwe niqaş li ser kir. Min jî wateya wê dizanî loma min digot ti alaqaya wê û xwendina li ser miriyan tune. Ez dayika xwe fahm dikim nexwende ye loma bawerî jê re wek qanûnê ye, nayê guhertin. Lê neket serê jinbiraya min jî mixabin. Hema digot miheqeq alaqayek heye em pê nizanin.
Min fahm kir ku bawerî wek stûnê ji pola ye, şikandina wê pirr zehmet e.

Rastkirin: çend tîp ji ber klavyeyê şaş bûn min rast kir.



13.06.2021 18:01 ~18:03 | xabûrî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» fatîhe

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî