Ferhenga înteraktîf
rojda
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-rojda

1. nawê xuça(xwa) min.



23.08.2013 21:46 | hun çawane heval

3. bi zikata dengê xwe dikare debara gelek kesan bike.

(bnr: şakiro), (bnr: mihemed arifê cizrawî), (bnr: şivan perwer)



23.08.2013 23:48 | tivirloismail

5. stranbêjeka kurd ya dengxweş.. ez ne xelet bim ji sêrtê ye û berê di koma gulên xerzan de solîstî dikir.. di stranên xwe yên sivik û yên giran de jî têra xwe serkeftî ye.. cara pêşîn dema min bejn û bala wê dîtî ez ecêbmayî mabûm û min ji xwe re gotibû ev qas ecêba dengan ji vê bejnê derdikeve..

strana wê ya were her naye û hey nabe gelekî xweş in Û hêjayî guhdêrînê ne..



05.09.2013 14:38 | endazer

6. stranbêjek ku ez gelek jê hezdikim e. Bi qasî dengê wê, ew jî pirr xweşik e. lê carina xweşî jî nikare ji nexweşiyan re bibe asteng. pirsgirêk ev e; rojda strana şehrîbana kurdî, heval kamûran gotiye û wê herimandiye.

stranên rojda ên pir xweş hene. çend mînak: yar hay nînay, wey dil, esmera min, gulê



18.02.2014 21:51 | mergehez

7. Li Wanê klibek nuh çêkiriye min îro li ser twîtterê dît. Min bi kameraya telefona xwe qeyd bikira wê serkeftîtir biba. Tam bûye klîbên dengê tv yê wisa nexweşik wisa ji rêzê û bê wate. Hindik maye em têkevin sala 2020 an em ji van klîbên beredayî xelas nebûn.

Wekî din jî (bnr: rojda şenses) li ser wê du mijar hene ji kerema xwe bikin yek.



25.11.2019 01:12 ~01:12 | biaqila malê

8. Heyrana dengê wê me. Çiqas tê bîra min ez heyranê wê me.



25.11.2019 01:14 | hesinkar

9. Yasar Kemal ji bo rojda dibeje "Di nav Tirk û Kurda de heta niha min dengekî halo xwes nebihîstibû"(Ji belgefîlma "Renklerle Yasar Kemal Portresi").




25.11.2019 01:23 | kurêtirîdeus

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojda yaşîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî