Ferhenga înteraktîf
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere
tirşik-gotinên dayikan

1. dixtorê kurdî nizane, qet ji derda jî nizane...



11.09.2013 14:03 | ruhavi

2. gotinên ku ez dikim nakim tu tişt nayêne bîra min.. anyway ji xwe diya min jî ne yekî pitpitok e.. ku wekê darkutokan bikute qurmê serê mirov.. lê baş dizanim ta mehekî ev der wê bi peyaman tijî bibin.. û wê derziyeka feqîrok jî nekare cihê xwe di bin vê mijarê de çêke û bisitire..



11.09.2013 14:11 | endazer

3. ... xwedê ji viran hez nake...



... wekî benîademan...



11.09.2013 14:39 | simurg56

4. bazara xwe bike!

Gotinén dayikaya péşin eve *



11.09.2013 14:56 | che_mstry

5. ev çi tiştên eletewş in tu pera pê didî? here ji xwe re kêloyek pirteqal bikire de xwîn li laşê te bigere..



11.09.2013 17:26 | endazer

6. + hûn qurbana zarên xelkê bin.



+ hindî mezin dibin, bin 'erdê ve diçin.



+ de îja bîna(mîna) g..yê ser bêrê ran nebe.



+ kerê şamê



+ ewrê min dîtî, baran lê nayê.



11.09.2013 18:09 | kelemejû

7. lawo nebin ker bibin kûçik



11.09.2013 20:37 | newenda

10. hûn bi xwe nabin mirov..



11.09.2013 23:39 | welat colemêrgî

11. RAST BE, Jİ QEDA Û BELA XELAS BE.



12.09.2013 02:23 | seydayê_peyvan

15. -ne em bin,ne navê me be !

-gedê xelkê radipeliqin dîwaran !



12.09.2013 12:36 | tavgezokî

17. (bnr: felek belek), ji bo 'flaş bellek'ê *



12.09.2013 15:25 | simurg56

19. hah, tu dîsa çûyî ser qutiyê?

(qutî = komputer)



12.09.2013 15:37 | simurg56

20. Li zarokê xelkê binêrin hinekî aqil bigirin.



12.09.2013 15:40 | ahmet_amed

23. dema piçûk bûm wek hemû dayikên xelqê wî jî digot: "hûn qurbana zarokên xelqê bin."



dema mezin bûm jî:

"ca rojekî jî di mala xwe de runê ha."

"dîsa te çentê xwe hilda tu diçî ku derê?"

qîza xelqê ji xwe re cihêzan dikire qîza min jî pereyê xwe dide van kitêban. Bes e tu kitêban distînî."

"heyfa çavên te, tu li ber bilgîsayarê kor bûyî."



ha tiştên baş jî digot û dibêje helbet...

"xwedê emeka te nede bade."

"tu emanetê xweda bî"

"hûn rastî mirovên baş werin qîza min."

"xwedê te rûspî bike."...



06.10.2013 17:41 | nuçevan

24. xelkÊra masÎ girÎ xwera kosÎ giri : )



02.11.2013 14:25 | nîgarvan

25. (bnr: mal nexerabo)



02.11.2013 16:46 | biruya hayao miyazaki

26. Rê Bû, Bû Rêçik.



02.11.2013 18:28 | evarûheyv

28. felek belek *



03.11.2013 00:27 | brusk56

29. ez qurban a wî kurî dims firot pekmez kirî



03.11.2013 01:45 | rêzan

30. weyla ez qurban a xwendevano, ditirsim tu bibê xweyi tiştek



03.11.2013 01:48 | rêzan

Rûpel: ( 1 2 3 4 5 6 7 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên stranê ku ji çewt fêmkirinê re guncav in

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî