Ferhenga înteraktîf
di nexweşxenayen de selfieyên hemşîreyan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-di nexweşxenayen de selfieyên hemşîreyan

1. meseleya ku van rojan bûye rojev. derkete holê ku gelek hemşîre ji nexweşên giran û ber bi mirinê re selfîe dikşînin û di medyaya civakî de parve dikin. jixwe bi vî avayî mesele bû rojev. ev furyaya selfîyê yê heta ku berdewam bike û emê hê çi bibînin nizanim. lê gelo selfîyên nivîskarên tirşikê yên bijîjk jî ji nexweşên xwe re hene yan na*



20.10.2016 15:04 | nazim tolhildan

2. Divê bê îzna nexweşan neyê kirin. Bi ya min ne hewceye jî.



20.10.2016 16:00 | biaqila malê

3. karê bêkaran e. ez bixwe, jixwe medyaya sosyal bi kar naynim lê min nedîtiye ku li nexweşxaneya me tiştek wisa hatî kirin. yên wisa dikin, piranî hemşîr(ey)ên nifşa nû ne.
jixwe qedexe ye jî li gorî zagonan. em nahêlin mirovên nexweşan bixwe jî wêneyên nexweşên giran bigirin, vêca ev...



20.10.2016 22:10 | simurg56

4. di beşa tenduristiyê de tişta ecêb weşana tişta ye. tew ew bibe wek modayekê meselê hîn girantir dike. berê jî li unîteya çavdêriya domdar de wêneyek xwarinê hatibû weşandin..

meriv were ser pirsa nazimî, erê selfîyek min heye. li bajarekî çadirî de li nobedê bûm û min yekem bebek li wir da zayînê. li vir selfîya min ne bi nexweş lê bi bebekê re bû û min wê neweşandiye. di telefona min de weke bibîranînekê maye *



21.10.2016 23:31 ~23:34 | berxweda

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî