Ferhenga înteraktîf
destûra reglê bo jinan ya şaredariya dêrsimê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-destûra reglê bo jinan ya şaredariya dêrsimê

1. şaredariya dêrsimê biryar daye ku her mehê rojekê destûrê bide xebatkarên xwe yên jin ku dema ew regl dibin bêhna xwe vedin.

tiştên wisa gelek sembolîk in û wateya wan zêde ye. divê pratîkên wisa bêhtir hebin. belkî ji ber nezaniya min be, lê ez bawerim ji xeynî vê şaredariyê ciyek dî destûrê nade.



25.11.2019 23:55 | wiha wilo wisa

2. yek ji biryarên bêwate û bo reklamê hatî dayîn yê fatih mehmet maçoğlu'yê ye.
erê. tam sedem nizanim lê jê hez nakim.



25.11.2019 23:57 ~23:57 | brusk56

3. Helbet biryareke sembolîk jî be girîng e. Di civata me da jin nikarin qala tenduristiyê xwe bikin ji bo vê yekê ev biryar girîng e. Nizanim şîrove û nirxandinên jinan ji bo vê biryarê çi be.



26.11.2019 00:01 ~00:02 | hesinkar

4. Xebera ku ez gelekî pê kêfxweş bûme, rastî jî divê gelek sazî gavên bi vî şiklî bavêje. Pêdiviya me pê heye. Ji ber ku wê rojê him zikê me diêje him dilê me hev dikeve him jî em bê taqet dibin. Kurtasî halê me ne tu hal e. Qet nebe bila rojekî bo istırahatê bidin. Her bijî şaredariya Dêrsimê.



26.11.2019 09:32 | fatoş xanim

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» destûra reglê bo jinan ya şaredariya dêrsimê
» şaredariya bajarê mezin a amedê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî