Ferhenga înteraktîf
li amedê cihên gerê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-li amedê cihên gerê

1. (bnr: amed)
(bnr: diyarbekir)

cihên turîstîk:
-mizgefta mezin
-xana hesenpaşa
-xana zêlûyan
-minara Çarling (niha girtîye, lê tu dikarî ser wa sênca re li malwêranîyê binêrî)
-mala dengbêjan
-birca keçika/keçi burcu (girtîye lê binya wê jî xweş e, li wir jî cihê rûniştine heye, hewsel manzarali)
-ji wir dikarî herî pira dehderî (dema çûyî birca keçika, ji wir minibus bi 2 milyona diçin pirê, lê heke dinya sar be neçe)
-jixwe nava kolanên sûrê her der turîstîk e. nava kolanên wê bixwe xweş in. dikarî li nava sûka şewitî bigerî. mixabin dêr hemû qedexe ne, tu nikarî herî dêrê. yanî ji dêrê bûyî, lê mizgeft he ne *

xwarin
-ji bo xwarina nîvro jî: cihê xalê miheme he ye, li rexa cigerci remzi ye; cigera xalê miheme xweş e. heke te ew der peyda nekir here cigerim ocakbasi. (ev hemû li derîyê çîyê ne)

rûniştin
wekî din dikarî herî ofîsê cafe mafe hemû li wir he ne, kolana hunerê, pirtûkxaneya aramê, pirtûkfiroşê pirtukakurdi.com'ê, ev hemû li ofîsê ne.

nkf (avm)
wek navenda kirîn-firotinê (avm) jî: forum he ye, ceylan karavil he ye, ninova he ye, ncity he ye. ya herî mezin forum e, ya herî popûler ceylan karavil e, yên kalîta wa kêm bûyî: ninova û ncity ne. di hemûyan de sînema he ye, heke bixwazî herî sînemayê bernameyên wa di înternetê de he ne. niha şanoyên şanogeha dewletê (dt) destpê kirine, şanoyên dt'yê xweş in; heke tu hij şanoyê bikî teqez here: cihê wê li vilayetê ye, li rex stadyûma ku niha tê xirakirin e.



08.01.2017 13:50 | xendekî

2. (bnr: muzeya arkeolojiyê a li amedê)



14.01.2017 21:27 | bûtîmar

3. (bnr: mala dengbêjan)



14.01.2017 21:29 | bûtîmar

4. Daristana Bajarê heye lê ez neçûme ser rêka zaningehê wan dera ye li gor hevalan cihek xweş e.



10.01.2020 17:48 | azad30

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» cihên dîrokî yên cizîra botan

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî