Ferhenga înteraktîf
Hamal Kürt Türk İslamı ve Kürt Sorunu | 2017
Nivîskar: Mücahit Bilici | Tirkî | Etnolojî | 248 rûpel

Navê kitêbê bi kurdî "hemal kurd îslama tirka û pirsgirêka kurda" ye. Kitêb rexneya siyaseta tirka dike ku bi suîstîmala îslamê re li ser ku...
hamal kürt türk islamı ve kürt sorunu
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-hamal kürt türk islamı ve kürt sorunu

1. Kitêba mücahit bilici ye. Di sala 2017 de ji aliyê weşanên avesta hate weşandin. Navê kitêbê bi kurdî "kurdê hemal - îslama tirka û pirsgirêka kurda" ye.

Kitêb rexneya siyaseta tirka dike ku bi suîstîmala îslamê re li ser kurda serdest bûne û ji bo çareseriya vê tiştê şîretên xwe herdu aliyên re dike.

Min vî kitêba hane di konferans û roja îmze ya mücahit bilici kirîbû 06.05.2017 li stenbolê konferans û roja îmze ya mücahit bilici/99077
Nivîsên di kitêbê de piranî nivîsên berê ya li rojnameyan de hatibû weşandin ew in, min berê di rojnameya tarafê de zehtir meqaleyên wî jixwe xwendibû, lê dîsa ji serî de dixwînim ji ber ku metaforên tê nîşandan gelekî serkeftî ne him jî rojnameya Taraf hate girtin û hemû arşîva wan ji ortê rabû.

Û Kêfa min ji weşanên Avesta re hat ku vê kitêbê hanê çap kirin​, ev jî pirrengî yê wan nîşan dide, gavek baş e, him jî nivîskarek wekî Mücahit bilici nêzîkî weşanxaneyeke wek Avesta bû ev jî rind e...

devliken kelogirî li konferansê de Mücahit bilici re pirsekî usa kir "gelo xeberdana zimanê Tirkî jî ji bo kurda wek hemaltî nîne?" Mücahit Bilici got "ez zêde li ser zimanê kurdî nasekînim, gere pêşî îradeya kurd bibe azad"

Ez jî wekî Devliken kelogirî difikirim, zimanê tirkî zimanê kurda nîne ew jî wekî barekî li ser pişta kurda ye.



20.05.2017 21:50 ~2017.05.21 11:10 | mîr

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» hamal kürt türk islamı ve kürt sorunu
» kürt star
» türkan elçi
» kürt çalar çingene oynar

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî