Ferhenga înteraktîf
tûnebuna kar li bakurê kurdistanê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-tûnebuna kar li bakurê kurdistanê

1. Ev yek dibe sedema valebuna bajarên kurdan
Ji ber tûnebuna kargehên mezin û tunebuna fabrîqayan kar kême karên hene jî li ser çandinî û rênçberîyê ye karê çandinîyê kareke demsalîye 3 mehan heye 9 meha tûne
Ji ber vî awayî ciwan neçar dibin û berê xwe didin bajarên xûrbetîyê
Ev bûyer ji xwe xwesteka devletêye bi vî rengî dixwazin gel ji welat durbixin û hemanrengî ji çand û ziman jî durbixin
Heta niha ev kiryar mixabin bi awayekî serkeftî pêk tê û heke awha bidome dê ne ziman ne jî kurdayetî bimêne
Tenê ziman di rojên şahîyade di çend henekan de û di hal xatir pirsînê de dê bimîne u mixabin li pirî deran rewşa kurda bi vî awayî ye



24.01.2020 18:08 | tîrêj zana 21

2. Kesekî xerîb derbarê rewşa Kurdan anî bû ziman.Dema ku behsa KURDAN Dikir û digot çawa bela belayî bûne , ji hev durketine ,bê kar û bê perwerde mane , hatine kuştin bi salan , pîsîkolojîyan wan wiha ye filan bêvan.Ev jî ji wan yek e.Bakur , qediya.
Keda partîyên ku dibêjin em partîya kurdanin û destê dewletê ve ev yek wisa bû.Niha jî em xwe bidirrînin em nikarin vî otoasîmalasyon û belavbûnê bidin sekinandin.Kes jî nikare.Bakur = xilazbûn e.



25.01.2020 15:06 | brzn

3. Weke hevalê tîrêj zana 21 jî dibêje, ev rewş dibe sedema valabûna bajarên me û pişaftina xortên me li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê. Ger hebûna xwediyên me, ma çima emê bibûnan penaber...



26.01.2020 00:03 | xabûrî

4. Heke Îstîkrar nebê, kar jî nabê.
J'ber ku bajarê kurdan bêîstîkrar in, ti kes naxwazin pereyên xwe bikê nav talûkeyê de.



26.01.2020 18:38 | gumgumok

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tûnebuna kar li bakurê kurdistanê
» kardeş türküler

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî