Ferhenga înteraktîf
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne

1. Pêşniyareke min e. Ez dibêjim bila @gumgumok û @xelîlok li ser înstagramê bi hesabê tirşikê va weşaneke zindî bikin û Tirşikvanên ku dixazin tevlî Weşana zindî bibin bira wana yek yek hildine weşanê, bila her kesek 5 deqeyan lê bimîne filan bêvan.
yan jî bi awayekî din jî dibe, mesela bi rêya zoomê jî em dikarin bicivin.
Ez zanim ku @gulêê diranê xwe bi tiştên aha ra dişkîne *
ê ka de werin em van rojên koronayê da civîneke onlîne bikin da ku civata me geştir be *

fikrên xwe bêjin em çê kin...



20.05.2020 15:15 | bûtîmar

2. em ji weşanên înstayê uff bûn.
êdî bes e *
ya baş li gorî min jî bila li ser zoomê civînek werê amadekirin.



20.05.2020 17:41 | merwano

3. Bila hesabên tirşikê yên sosyal medyayê weşanên zindî çêkin û kesên mina denoozer dawetê bikin. Popularitiya tirşikêvê çaxê xeylek zêde bibe.



07.10.2020 18:34 | cinorek

4. Ji vir şûn da em çima civînên online pêk nahînin, nizanim. Herkes jixwe li malê ye. Wek çûçikên li hêlînê em li malê rûdinin. Min jiyana xwe da ewqas li malê rûneniştîye. Civîn çênebe jî, dilê'm heye yek bi yek an jî cot bi cot * hevalan nas bikim. Zoom bêpere ye. Çay an vexwarin bi xwe ra bînin! Bi êvaran. Bi dawîya hefteyê.



20.01.2021 00:16 | mirovekirind

5. (bnr: tirşikvanên ku înterneta wan hindik ma ye)
(bnr: ez)



20.01.2021 00:53 | merwano


9. Ez hazirim heyra hema kîjan platform be ferq nake.



28.04.2021 22:35 | xwelî li ser

10. Gotin civîn heye, em hatin *



28.04.2021 22:42 | merwano

11. Civîna ku hew maye sala wê biqede ku hatiye pêşniyarkirin. Lê hêj bo çêbûna wê hewldanek nehatiye kirin. Bi qasî ku min ji tirşikê fêm kiriye, heya kesek ranebe û pêşengtî ji tiştekî re neke, ew tişt bi gotina çê nabe. De qewet be ji we re.



28.04.2021 22:56 | tîrêj zana 21

13. Heke çêbibe ez jî dixwazim beşdar bibim. Bi rastî jî ê bibe tecrûbeyek pir cûda ji bo min. Heta niha bi tenê ji xwendina peyaman, ji bo her nivîskareke min sûretek taybet raxistibû di mejîyê xwe de, piştî civînê ev ê bigûhere.



29.04.2021 04:07 | pîroz

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn rojnameya çand û hunerê ya kurdî li bakûrê kurdistanê
» civîna tirşikvanan ya li amedê
» nivîskarên hefsar qetandî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî