Ferhenga înteraktîf
di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî

1. qedexe ye.
nivîskar dikarin mijarên ku navê wan bi zimanek biyanî ye, vekin. weke mînak dikarin mijara yol vekin. lê naveroka mijarê, yanî peyam nikare bi tirkî an jî bi zimanekî din be.
peyam dikare wisa be; "navê fîlmeke yılmaz güney e."
an jî dikare wisa be; "peyvek tirkî ye ku wateya wê rê ye."
lê nabe ku şîroveyên bi tirkî bihewîne.

peyamên bi vî rengî wê werin jêbirin û ger were dubarekirin wê nivîskar werin astengkirin.



23.06.2017 00:30 | simurg56

2. Em dikarin behsa mijara Ömer hayyam bikin wek mînaka vê xeletiyê.

Navê Omer Xeyam di edebiyata kurdî de wek Omer Xeyam an jî Omerê Xeyam tê qebûlkirin. Mijara wî di Wîkîpediya Kurdî de jî wisa hatiye vekirin. li wir Navê mijarê bi israr wekî 'Ömer Hayyam' vekirin bê vate ye. Ew bi tirkî ye. Lê ne Ömer Xeyam tirk e, ne jî zimanê Tirşikê tirkî ye.

Disa jî ger kesek bixwaze weke Ömer Hayyam çêke divê bê gotin ku ev bilêvkirina tirkî ye.

Ez bawer nakim kes li dijî wê yekê derkeve ku bêje wek Omer Xeyam nabe. Ji bilî Hemko82 *

Lê ez dixwazim vê nîqaşê hinekî din pêş bixim.

Divê mijarên li ser Kurdên navdar ên Bakur çawa bên vekirin? Mesela selahattin demirtaş an silhedîn demirtaş? berdan mardini yan berdan mêrdînî?



14.09.2023 05:39 ~05:40 | cinorek

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» nivîsandina tezê
» zimanên ku ne xwedî pergala hejmaran a resen in
» biyanîbûn

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî