Ferhenga înteraktîf
kurmanciya rojava
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-kurmanciya rojava

1. Kurmancîya alîyê rojavayê Çemê Feratê ye. Ji vê devokê re berfiratî jî tê gotin. Ji herêma Efrînê dest pê dike heta Meletîyê (Riha, Mereş, Dîlok) tê axaftin.
(bnr: zaravayên kurdî)
Çavkanî:
Here lînkê



07.09.2017 20:49 ~20:50 | cûndûllah el-kurdî

2. kurmanciya ku li rojavayê kurdistan'ê tê axaftin , kurmanciyek xwerû ye.Belê em kurdên bakûr dihizirin ku kurmanciya me pirr baş e lê ne wisa ye.Kurdên rojava , zêdetir li ser peyvan dikarin bileyzin ji bo wî ye wêje , stran û hunerên din de ji me baştir in.Jixwe kifş e ku ew kesan bi zimanê xwe mezin dibin û jiyana xwe wisa didomînin.
Ji bo wî nizam bala we dikişîne nakişîne , ji bakûr baştir in bi her aliyê ve.Mirov dikare kurmanciya zaxo ,duhokê jî wek mînak bibêje.



11.04.2020 02:23 | brzn

3. ji sêmalka heta bi nêzî amûdê kurmanciya wan nêzî kurmanciya mêrdînê ye. ji amûdê û het bi efrînê jî zêdetir bi ser kurmanciya riha, semsûr û wan deverên din e bi ya min.



11.04.2020 03:23 | hêvî

4. Di gelek stranên herêma wan da kurmanciyeke nerm e, mirov ji wê aciz nabe. roşan lezgîn wisa gotibû min jî bala xwe dayê ji min ra jî wisa hat. Mînak: sefqan orkêş



11.04.2020 11:22 | xabûrî

5. Ew kurmanciya wan a xweş û rewan tenê di folklora wan de maye, niha dema diaxivin %60-70 peyvên erebî bikar tînin.



11.04.2020 23:56 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmanciya zaravayê zimanê kurdî yek ji wan zimanên pêşîn ên dinyayê
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî