Ferhenga înteraktîf
ev nameya min e ji cîhanê re
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ev nameya min e ji cîhanê re

1. salê çûyin ketibûye li nav sêlika min a danûstandinê ya pirtûkan, qey min texmîn kiriye ku ev jî mîna pirtûkên din ên min kirî, roman an çîrok e. piştî pakêta min hat, min lê werqilî ku helbest e, heke em cemal sureya û çend ên din nehesibînin, li ba min helbest zombî ye û ji aliyê hin kesan ve ji mezelê tê derxist in. her wiha min bi saya vê pirtûkê jî gihişt vê encamê: helbestên wergerandî, ne tu zombî ye jî, bi serê xwe frankenstein* in! lê nakokî rastiya jiyan e. min sêyineke vê helbestvana xanim, emily dickinson, ê li berga paşîn e, eciband(iye) û min di eskeriyê ferq kir ku min jiber kiriye.

her wiha, di eskeriyê de, qereqola me li qûntara çiyayekî bû û maşelanên hênik me dialêst, li bin dîmena kadizê ya bi biriqandina xwe ya tavî ez heyirî dihiştim. min jî piştî azana sibê vê sêyînê dixwend wekî diayeke kêmî, bêyî zanîna wateya bêjeya dawî ya helbestê.

bi xatirê mêşhingivê
û bi yê minminîkê
û bi yê maşelanê - amîn!

spas lîs!

edît.
-mikur têm, risteyekî jî ji helbestên din baş nayê bîra min mixabin û gelo min kengî xwendiye (lê min nîşeyekî nnivîsandiye ku erê min wê xwendiye) tu bandora wê li ser min nemaye.



24.12.2017 22:06 ~22:11 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: nameyek ji xwedê re)



24.12.2017 22:09 | mîr

3. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



25.12.2017 06:07 | cinorek

4. ez hatim



25.12.2017 11:29 | telebê hz mêdî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» nameya ji fêlan kes
» min digot melê lê

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî