1. biwêjeka xweş e, li botanê, li torê tê bikaranîn. lê min ferq kir piştî hatîm Amedê ve ev biwêj ji bîra min çûye, şûna wê "ne îşê te ye" an jî "çi îşê te pê heye?" dişixulînim. duh min di vîdyoyek deno de dît, hat bîra min. |
|
27.12.2017 10:40 ~2018.08.11 17:29 |
xendekî
|
2. (bnr: bi serê yekî ketin) |
|
27.12.2017 11:03 |
gumgumok
|
3. Em jî bîna îşê te pê neketiye dibêjin. Heke eleqeya yekî tune ye îşê yekî din re û dixwaze tevlî vê îşê bibe ew çax tê gotin. |
|
27.12.2017 11:03 |
mîr
|
4. li aliyê serhedê dibêjin te ra çi ango ji te re çi?, Çi îşê te pê heye?.. |
|
27.12.2017 11:09 |
bûtîmar
|
5. Hinek ji dibêjin dev jê berde |
|
27.12.2017 11:54 |
elîşêr
|
6. Serhedî dibéjin bi te ve maye |
|
27.12.2017 12:28 |
aramxerib
|
7. biwêja ku haya min jê tune bû ku argo ye. ya rast hê jî bawer nakim lê... |
|
27.12.2017 13:24 |
simurg56
|
8. Li xarpêtê dibejin pe te nemaye. |
|
27.12.2017 13:56 |
cinorek
|
9. (bnr: îşê te jê çi ye!!) |
|
27.12.2017 16:20 |
xwelî li ser
|
10. li serhedê dewsa wî çi bi te maye jî tê gotin. |
|
27.12.2017 16:29 |
sloujouc
|
11. Tu çima serê xwe diêşîne |
|
27.12.2017 17:08 |
elîşêr
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |