Ferhenga înteraktîf
silêman alî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-silêman alî

1. Silêman Alî di sala 1963an de li Serê Kaniyê (başûrê rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê.

Li Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye. Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû.

Beşdarî di damezrandina »Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê« de kiriye û heya sala 1995an tê de kar kiriye.

Ji sala 1995an û vir de li Almanyayê dijî. Sala 1980yî dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Pişt re gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi wergerê re jî mijûl bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn bûye çîroka kurt. Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e.

Çîrokan bi zimanê almanî jî dinivîsîne.

Sala 1999an pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye.

Bi almanî di sala 2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê »Rêkên jiyanê« çap kiriye.



07.09.2013 18:52 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» silêman demir
» alînegirtina admînên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî