Ferhenga înteraktîf
mehmed emîn bozarslan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mehmed emîn bozarslan

1. nivkîskar û wergêrekî kurd e. li diyarbekirê hatiye dinê û aniha li swêdê dijî. ji berê de gelek karên hêja kirine ku meriv bixwaze jî nikare hemiyan li vir bijmêre. di salên 60an de pirtûkeke bi navê 'alfabê' dinivîse ku ji ber wê 4 meh di girtîgehê de dimîne. kovarên kevn yên kurdan werdigerîne bo alfabeta latînî, mem û zînê jî werdigerîne tirkî û di van demên dawî de jî li ser ferhengeke kurdi - kurdi dixebite. ferhenga wî hê jî neqediyaye lê 3 cild hatiye weşandin. di ferhenga xwe de jî tîpa 'î'yê tu car bi kar neaniye. ew di şûna 'i'yê de 'ı' û di şûna 'î'yê de jî 'i' bi kar diîne anku wan tîpan wekî tirkî dinivîse.



10.06.2018 01:13 | sloujouc

2. li gorî ilber ortaylı, ji bakur tekana rewşenbîr û entelektuelê kurd e



23.12.2019 01:50 ~01:51 | ferhenga şikestî

3. Helbesta wî a ez xortê kurdim ji aliye gelek hunermendên kurd wek şivan perwer, rençber ezîz, şahê bedo hatine şîrovekirin.

Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng
Wa min hilgirtî bombe û tifeng
Ezê herim şer ezê herim ceng
Ger ez nezivirim, dayê tu negîrî

ji vir heta çîn nav û dengê min
dinya hemû dît şan û rengê min
tu temaşe ke şer û cengê min
ger ez bêm kuştin dayê tu negrî

te min xwedî kir bi şîr mijandî
histirê çavan bo min rijandî
dilê xwe te pir bo min pijandî
min helal bike daye tu negrî

ger ez vegerim dê tiştek xweş be
dilê mim û te dê tevda geş be
ku ez nehatin, her meh xweş be
kurd û kurdistan daye tu negrî



25.05.2020 02:05 | kajav

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmed uzun
» emînê erbanê

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî