Ferhenga înteraktîf

keştiya fezayê, event horizon ji qula kurmê (wormhole) derbasî alîyeke din ya fezayê dibe lê encax piştî 7 salan dewsa wê tê dîtin. niha divê tîmek here wir û hewl bide ku fêhm bike ka çi hatiye serê ...
(1 şîrove)
event horizon
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-event horizon

1. têgehekî fîzîkê ye.
ji bo wê sînorê tê gotin ku ji wê derê û pêve, êdî heta tîrêjên ronahîyê jî nikarin ji hêza kişandinê ya çala reş bireve.
çalên reş, hêzeke gelek ji gelek zêdetir dihewîne ku ev hêz her tiştî dikişîne nava çalê û wan her tiştan dike yek. ((bnr: singularity))
her ku tiştek nêzikî çalê bibe, hêza kişandinê zêdetir dibe û reva ji vê hêzê zehmettir dibe. bi qasê tê zanîn, di fezayê de tişta ku herî bilez tev digere, tîrêjên ronahiyê ne. lê piştî tîrêj ji vê event horizonê derbas bibin, êdî ew jî nikarin jê xelas bibin. pêşîn ditewin û ji riya xwe dibin, paşê jî dikevin nava çalê.
ger em rasterast wergerînin kurdî: asoya bûyerê

her wiha navê fîlmekî ye. mijara fîlmê orjînal e. lê bi ya min, senaryo dikariya baştir bûya. ji ber ku piştî demekê, êdî honaka zanistî diqede û fîlm dibe fîlma tirs û rageşiyê. loma ji bo min, nîvê dawîn ya fîlmê zêde ne girîng bû. dîsa jî ji ber ku hin pirs bêbersiv dimînin, mirov dawîya fîlmê jî meraq dike. min hê temaşe nekiriye lê dibêjin dişibe fîlma solarisê.



14.01.2019 22:52 | simurg56

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
hînbûna îngilîziyê [1]
Ji bo kesên wek zanistvan, siyasetmedar, kesê têkildarê karên derve, g...
belki ev jî bala te bikişînin
» event horizon
» horizon

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm zanistifeza sinemaflm zanistifeza sinemaflm zanistifeza
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî