Ferhenga înteraktîf
axaftin vs nivîsandin
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-axaftin vs nivîsandin

1. berhevdanînek e ku du hunerên pêwendîdanînê ya mirovan dide ber hev da ku pirsên mîna "kîjan hêsan, kîjan dijwar e?" û hwd bide ber çavan.



04.03.2019 00:17 ~2023.11.13 00:20 | mirovekirind

2. Bingeh axaftin e. Ê din jî bêguman girîn in lê ne ew çendî.



04.03.2019 01:04 | bilbilê dilkul

3. axaftin rehet, Nivîsîn dijwar e.

ji zaroktî heta mezinahî mirov diaxive lê nivîsîn dû re, çend salan piştî axaftinê tê elimandin. di civakê de gelek kes hene ku heya dawiya emrê xwe jî bala xwe nadin ser pergala nivîs-xwendinê. Di nav girseya xwendeyan de jî gelekên wan di jiyana rojane de hewceyî xwendin an nivîsinê nabînin. Loma vegotina bidevkî ya meseleyekê ji ya binivîskî hêsantir e. lê dema ku ew vegotina meseleyê binivîskî be, ne weha ye. mirov pê zehmetî dikişîne.

zanyar dibêjin axaftin (speaking), guhdarî kirin (listening), xwendin (reading) û nivîsîn (writing); ji ber ku di mêjiyê de ji bo her yekê beşek cuda heye dişuxile, bo her yekê gere tu bixebitî. yek ji van, li şûna yekê din nabe. bi gotineke din (ku em li ser hînbûna zimanekî biyanî bifikirin), tu her sê hunerên zimanekî baş bielimî jî, ya çaran (mînak: axaftin) bi belaşî bidest naxî.

Teknolojîya nivîsê îcad bûye niza'm berî çend hezar salan. lê belê îro pir hindik kes dikarin binivîsin/baş binivîsin. li dibistanan di nav xwendeyan de jî yên baş dinivîsin pir nîne.

(bnr: ew çi sumerî ye ku bi sumerî nizane bixwîne û binîvisîne) *



14.03.2019 02:58 ~2023.11.13 00:18 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» axaftin û axivîn
» nivîsandina bi-bê

Kategoriyên mijarê:: niviskar perwerdehi dirok niviskar perwerdehi dirok niviskar perwerdehi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî