Ferhenga înteraktîf
fransizî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-fransizî

1. li gor komxebata kurmancîyê (2019) zimanê fransizan e. (bnr: rêbera rastnivîsînê)

îngilîz dibêjin french

ne tenê li fransayê, mixabin, hema bibêje li her alîyê cîhanê berbelav bûye.



22.06.2019 00:52 ~12:36 | mirovekirind

2. Gelo herdu peyvên "fransizî" û "îngilîzî", ew qertafa -iz/-îz ne ji Tirkî tê? Di Tirkî de ingilizce û fransızca ye. Ez dibêjim qey ji tirkî hatiye. Îngilîzî belkî lê Fransizî qet nabe. Fransî ne baştir e?



17.07.2020 20:55 | xabûrî

3. gelo ne frensî û englîsî be ?
jixwe kesê ku dibêje fransizî nezanê kurdî ye.



17.07.2020 22:52 ~2020.07.18 02:44 | shwinsherm

4. dibe ku tirk qertefa -iz¹ ji (إنجليزية) încîliziye² ya erebî wergirtibin û dû re bi zimanê fransiyê ve zeliqandibin. di erebî de zimanê fransî wek (فرنسية) firansiye tê gotin. mîna li jorê jî hatiye nivîsîn ji tirkî hatiye zimanê kurdî.

¹-iz bi min -ish ya english bi xwe ye û veguheriye -izê.

²di erebî de herfa ج (c) di şûna گ (g) de jî tê emilandin. Here lînkê



17.07.2020 23:02 ~23:03 | tizbîkêş

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» fransizî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî