Ferhenga înteraktîf
cervantes
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-cervantes

1. Bo nivîskarê mezin (bnr: miguel de cervantes)

Herweha navê projeyeka wergerê ya berfireh û nû ye. weşanxaneya lîsê amadekarîya vê projeyê dike. Li gor lal laleşî armanc ew e ku bi sedan berhemên giranbiha ji zimanên cîhanê wergerînin zimanê kurdî.

lal laleş Di kovara kund da (hejmar 2) di hevpeyvînekê yê li ser weşangerîyê da gotîye.



07.07.2019 12:21 ~2019.10.08 01:02 | mirovekirind

2. Yek ji nivîskarên ku ez herî zêde jê hez dikime. Belkî min çar caran Don Kîşot xwendiye, lê dîsa jî jê têr nabim.
Pirtûkeke heta bêjî serkeftiye û bi sedan sal in ku tiştek ji tesîra xwe kêm nekiriye! Gava tu dixwînî geh dikenî, geh şaş dibî, geh difikirî, geh xemgîn dibî.
Don kîşotê ji rastiya jiyanê dûr ketî, her wiha nefsbiçûk,mêrxas dilzîz û henûn. Bi hespê xwe yê hişkelokî Rosînenta û em evîna wî ya nemir yanî Dûlsînea'yê bîr nekin. Digel Don kîşotî helbet seyîsê wî yî bi navê Sanço panza jî divê neyê bîr kirin. Sançoyê qelew û zikbirçî, Sançoyê tiral û tirsonek. Lê beramberî van hemûyan jî Don kîşotî bernade. Gundiyekî hejar û belangaz e. Bêhtir bi jiyana rastîn ve girêdayiye.
Ew û Don kîşot dijberî hev in, lê hev temam dikin. Hez hev dikin.



11.11.2019 17:29 ~17:29 | fatoş xanim

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» cervantes

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje weje dirok niviskarweje weje dirok niviskarweje weje dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî