Ferhenga înteraktîf
şanzimana bi torq konvertor
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-şanzimana bi torq konvertor

1. cureyeke şanzimana otomatike di nava şanzimanên otomotik de ya herî kevn ev e.
berê konfora wê tunebu hem zêde benzîn xerç dikir hem jî guherîna vîtezan di nava erebeyê de dihat hîskirin. lê aniha gelek pêşketîye loma hêdî hêdî hemî marqayên mezin vê şanzimanê bi kar tînin terîfkirina wê hinekî zehmet e. lê bi kurtasî ezê wisa pênasa şanzimanê bikim şanziman bi şiklê sîlîndîrekê ye û di nava sîlindîrê de mîna perwane du heb çerx hene, çerxek jê bi enerjiya motorê dizivire, di nava qutiya şanzimanê de jî rûna sanayiyê heye dema ku perwaneyek ji enerjiya motorê dizivire rûn jî hereket digire, tam li hembera perwaneya ewil perwaneyeke dî heye û bi hereketa rûnê ew perwane jî dizivire û çaxa ku perwaneya ewil enerjiya motorê vediguhezîne rûnê û rûn jî ji ber enerjiya perwaneya ewil heman enerjiyê vediguhezîne perwaneya duyem. ew perwaneya duyem jî enerjiyê vediguhezîne tekeran û wesayît bi rê ve diçe... di navbera her du perwaneyan de temas tune ye loma li ser perwaneyan erezyon jî çênabe.
avantajên wê ev e ku emrê vê şanzimanê hama bêje ji emrê motorê jî zêdetir e, zû bi zû xira nabe û guhertina parçeyên wê yên kevnbûyî li gorî şanzimana bi du debriyaj erzantir e lê li gorî şanzimana hanê hinekî zêdê benzîn xerç dike lê êdî hama bêje mîna hev in, guhertina vitêzan jî li gorî çiftkavramalıyê hinekî hêdî ye lê êdî ferqeke mezin nîn e ger tu ne pîlota f1 bî.
di dinyê de şîrketa herî mezin a vê şanzimanê zfye marqayên wek mercedes û bmw jî bi salan e ji vê şîrketê şanzimanan peyda dikin.



23.11.2019 15:56 | ferhenga şikestî

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» şanzimana cvt

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî