1. kurdên ku fikira xwe li ser dijminahiya mêran ava dikin bi pirranî jî keçik in. |
|
28.12.2013 23:23 |
dijber
![]() |
2. yên kurd jî tê de hemû jinên cîhanê yên sik û xwîntehl û xwende femînîst in.. |
|
28.12.2013 23:36 |
endazer
![]() |
5. (bnr: fêmkirina îdeoljiyan bi gelekî giringtir e ji zanîna navên wan) |
|
29.12.2013 01:55 |
dijber
![]() |
6. tevger a mafên jinan |
|
29.12.2013 19:36 |
fırat evdal
![]() |
8. ew ji me kêm bûnê ne.. bêguman parastina mafê jin, zarok û mêran û wekheviiya wan xweş e lê heke izmeke li hemberî bawerî û nêrînên dî dawa dijminatiyekê bike bile bicehmin herin nav kolikên xwe * |
|
20.02.2014 19:05 |
elomelo
![]() |
9. di van salên dawî de ji ber felsefeya "jina azad" ya apoîzmê ve hejmara wan gelek zêde bûye, her yek ji wan wek çawiş û başçawişan ber bi dûvê namzetan grê dane, feqîrên xwedê bêdestûr nikarin mîza xwe bikin bi xwudê kî |
|
21.02.2014 00:27 |
prode_pasha_chinyo
![]() |
10. jınen ku prode_pasha_chinyo qet tiştek jı wan serwext nebu ye! |
|
21.02.2014 00:41 |
rutirş
![]() |
14. Șașîtiye ku meriv ji kurdén ku femînîzmê bandorî li wan kirine re béje, teklîdok. Belé dibe ku teqlîd jî hebin nikarim derewan bikim lé ez yeke ku beré bédeng dibindestiya mérekî de bú ji nezîk ve dinasim ku a niha tira ji wî merî berdide. Qașo mer bú a niha bú ye mérok. Ji bilî vé mînaké, ne feminizm ne jî tu fikir/ideolojîyéndin ji ser merivan re nayén fér bún an jî nîqaș kirin. Ger hún ji kesen ku ew kiras li wan nehatiye re peyvan dikin ser seré min ez deng nakim lé li ser wan kesén ku ev kiras li wan nehatiye hún dev bi avéjin îdîolojiyé îskut bibin ji xwe re. Feminizm îdeolojiyeke ku dîroka wé ya hîn negihaye sed salî. Belé ger em té de li nakokîyan bigerin hem di teoriya xwe de hem jî di çalakiyé de pir kémasî hene, di bingeha xwe de wekheviya jiné ya li nav civaké dixwaze bi gelemperî șerekî giran ji bo azadiya mirov dide ku bi saya vé yeké zilam jî serkeftî ne. Ji bîr mekin șeré xwe li hemberî çandeke zilamtiyé ku bi sedsalane runiștiye didin ú barén wan birastî jî ne sivik e. Peyvén xwe yén beredayî ji xwe veșérin zilamno an ku derfet bidest me bikeve em dé we bikin zilamok, bi kîriké xwe ne xeber nedin, emé jé bikin ha ;) |
|
31.01.2018 23:28 |
jeahro
![]() |
15. sernivîsa cardin nîşandaye ku gelemperîya ciwanên Kurdan çiqasî korrefehm im! |
|
30.07.2018 15:51 |
jifêzagorda
![]() |
16. Kurdên gelemperî rayedarên hdp ê û chp ê ne |
|
06.02.2020 19:46 |
tîrêj zana 21
![]() |
17. piştî 2010an femînîstên kurd bi nexweşiya femînîstên tirk ketin û armanca wan a eslî ji hilweşandina bavsalariyê wêdetir, bû dekolteya sîng û çaq û zik. sedema vê ecêbê jî ew nifş e ku di salên 90î de li bajarên tirkan hatine dinê û li wan deran mezin bûne. |
|
08.07.2020 03:17 |
ezcan
|
18. Em mînakek bidin; Fexriya a.. |
|
08.07.2020 09:51 |
xeletnivîs
![]() |
19. Îdeolojiyeke vala ye ez xulam.. |
|
08.07.2020 09:52 |
xeletnivîs
![]() |
20. Tiştên vala dikin. Vala. |
|
08.07.2020 21:05 |
ezxeyic
![]() |
21. Bîrdoziyek bi çaq û sing û qûnê nayê diyarkirin. Ka hinekî bela xwe ji jinan vekin yaw! Hûn napejirînin li ser çavan, îca ev êrîşa we çi ye? Keçên bajarî jî bin, gundî jî bin çi dixwazin dê li xwe bikin. Serê tu kesî ji çaq û desmal û singan naêşe! |
|
08.07.2020 21:31 |
berijahr
![]() |
22. heqê tu kesî tuneye ku bêje bila jin sîng û çaqê xwe nîşan nedin, lê heq û hedê mirovan heye ku bêjin bi vekirina sîng û çaqan femînîzm nabe, birêz berijahr. |
|
09.07.2020 00:46 ~00:56 |
ezcan
|
23. divê ji bin çepgirên tirk û femînîzma tirkî derkeve û bibe femînîma Kurdî. |
|
09.07.2020 20:40 |
brzn
![]() |
24. Kurdên dixwazin neheqiyê bikin. Bi min niha rewşa jina ji ya mêra xweştir e. Ne ku ji ber ez mêrim û bo mêra biparêzim dibêjim. Ji xwe heçiyê xwedî ûjdan be û hinekî heşê wî serbest be, ji xwe ne te`dê li kesî dike û ne jî neheqiyê. Ez bi xwe ji siharê heya êvarê di bin banê înşaata de dixebitim. Paşê têm malê arîkariya xwuşk û diya xwe bo danîna şîvê dikim. Piştî me xwar sifrê radikim. Nivînê me yê erdê ne, loma jî divê her şev em nivîna bikin siharê jî hilênin. Heya niha ji çend carên mecbûrî pê ve cihê xwe ez radikim û dêtînim. Cilê xwe yê qilêrî ez dixim mekîna cilşoyê û tenê diyamin wê dixebitîne. Wer hasil ez ji xizmeta li min tê kirin aciz dibim. Yanê dema yek suxrê min ji dêlava min bike, ez dikevim ber fediyê û pê nerehet dibim. Loma jî çi karê min hebe, heya ji min hat ez bi xwe dikim. |
|
09.07.2020 23:31 |
tîrêj zana 21
![]() |
25. jinên ku ji nav civakeke ew qas bavsalar û kevneperest mîna şêran derketine, mîna şêran têkoşîna azadiyê didin û wê azadiyê bi dest xin. her roj hezar rexne li femînîstan tê kirin lê baş e ku em femînîst guh nadin rexneyên kevneperest, nezan û vik û vala, em li ser riya xwe dimeşin. em ê bibînin: dê kevneperest têk biçin û kurdên femînîst di civaka kurdan de wekheviyê ava bikin. * |
|
11.07.2020 22:48 |
roza
![]() |
26. birastî jî carna li nîqaşên me kurdan heyirî dimînim. civaka navnetewî behsa queer teoriyê dike lê ciwanên kurd (helbet piranî mêr) hêj îddîa dikin ku rewşa jinan di nav civaka kurdan de ji a wan baştir e. axir femînîstên baqil hene ku xwe pêş ve dibin. û ji kerema xwe bila mêr ranebin aqil nedin me ku em ê çawa çalakvanî û siyasetê bikin, em ê çi li xwe bikin û em ê çi bikin. beriya hûn femînîstan rexne bikin herin bi mêrîtiya xwe ya toksîk re bikevin nav hesaban, ka binêrin bi awayê siyasî hûn çi dikin, hûn li hember jinan çawa tevdigerin. erîl erîl neaxivin. * |
|
11.07.2020 22:55 |
roza
![]() |
![]() |
teîzm û dînên heyî [1] |
![]() |
hînbûna îngilîziyê [2] |
![]() |
mehmûd berazî [1] |
![]() |
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
![]() |
ercan bingöl [1] |