Ferhenga înteraktîf
komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê

1. komeleyek e li Cizîra Botan ev e 3 sal e aktîv e. komele piştî qedexeyê hate vekirin. sazî û dezgehên Kurdî hatine girtin, rewşa bajêr gelekî xirab bû, her der talan û her der polîs; di vê rewşê de hevalên ku dixwestin ji bajêr birevin xwe li xwezayê bidin ev komele ava kirin. komele duçerxeyê weke motîfekî bikar tîne; hewl dide duçerxe li bajêr xuya bike.

komele ji bilî tûrên duçerxeyê yên kolektîv çalakîyên çandî jî çêdike. çalakîyên darçandinê, gemarkomkirinê, hişyarkirinê, bikaranîna duçerxeyê ya jinan û gelekên din.

komele çend klîbên kolektîv jî çêkirin û hûn dikarin li ser youtubeê hemûya seyr bikin, stranên xweş in û bi malbata xwe re mirov dikare seyrê bike:
Cizîr e Cizîr e




Baranê baranê




Elo Dîno




Soryaz




Bêrîvanê




Ez berf im




Haberin var mi




Ha gidî Tûma




Amedîyê




Der kanîyokê Nefel e




30.11.2019 19:44 | xendekî

2. koma ku çavek min her tim li wan e. vîdyoyên wan hemû jî xweş in û îspat dike ku gelek keyfê ji tûrên xwe distînin. heta min carekê vîdyoyekî wan şand ji koma me ya duçerxeyê ya li vir û got binêrin komên xelkê çawa keyfê dikin. mîna tirkan gotî, kevir li tekerên wan nekeve.



01.12.2019 00:26 | simurg56

3. demekî li ser youtubeê rastî çend vîdeoyên wan hatim. ji bo kesekî wekê min ku hej ger û kêf û seyranê dike lê li aliyê din jî naxwaze ji rehetî û konfora xwe dûr bikeve ezmûnek baş bû. ji bo min ger û seyran berî her tiştî kebab e, min tu dûyê kebabê nedît, puanekî ji vê dikujim û ya duyê jî bisqilêt ji bo kêfê erê dikarim bajom lê ji bo cihekî biçim ciheke din bi saetan dehfana pedalan bi ya min ezîyet e. puanekî jî ji vê dikujim. yek jî tişta min ji vîdeoyan dîtiye kom zêde qerebalix e û kesên biyanî zehf in, ji vê yekî tam ne piştrast im, ji loma puanan jê nakujim.
vê buharê eger gul bişkuvîn û dilê ciwan ê birîn kewgirî, belkÎ bi komê re xwe li çol û mêrgên cizîrê biqelibînim.



08.02.2022 16:44 | endazer

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» komeleya duçerxe û werzîşên xwezayî yên amedê
» duçerxe

Kategoriyên mijarê:: muzik jiyan muzik jiyan muzik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî