Ferhenga înteraktîf
ser pişta xwe razan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ser pişta xwe razan

1. berê tekan pozîsyona min ya razanê bû. lê ev çend sal in êdî li ser zikê xwe an jî kêleka xwe radizêm. berê heta sibehê li ser pişta xwe dimam û qet li dora xwe nedizivirîyam. heta loma hevalan navê min kiribûn depik. lê êdî heta sibehê deh tûran davêjim. nizanim çima wisa bû.

car caran dîsa diceribînim ku li ser pişta xwe rakevim lê dikim nakim xewa min nayê. bi ya min wê demê xewên min xweştir bûn. niha sibehan dema radibim heçko min barek lêdan xwaribe. stres? wê demê belkî stresa min zêdetir jî bû ne ji ber wê ye. qey elm e...



26.01.2020 09:35 | simurg56

2. li gorî min mirov kijan pozisyonê da rind nefesê digre wê pozîsyonê da jî radikeve.minak min da devîasyon a septumê heye alê rastê de ez nikariim ser keleka xwe ya rast rakevim. ev yek dişibe wek nexwaşên koah ê. nexwaşên koah ê her tim nezîkî runiştandî radikevin.



26.01.2020 12:54 | golikvan

3. Pozîsyona ku xirxirê û apneyê hesantir dike.
Apne jî sedeme gelek rewş û nexweşiyan e. Weke tansiyon, obezite, bêxewî, depresyon...
Ez jî hew dikarim li ser piştê razihim. Dikim nakim xewa min nayê. Ne go ez zehf betilî bim.
P tabî ki weke ku tê zanîn pozîsyona j'bo tenduristiyê herî baş pozîsyona cenînê ye. Yanî pozîsyona zaroka di malzarokê de ye.



26.01.2020 19:32 | gumgumok

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhed herêma ermeniyan e
» pişta stûyê xwe xwerandin
» xwedemezin
» razana li ser text

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî