Ferhenga înteraktîf
wêjegeh amed
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-wêjegeh amed

1. li amedê ciheke nû dê bi vî navî vebe. wêjegeh amed ji alîyê edîtor û avakarê (bnr: weşanên lîs)ê (bnr: lal laleş) ve hatîye damezirandin. wêjegeh amed dê 7ê sibata 2020an saet 18:00an bi kokteylekê were vekirin. hevalên li amedê dijîn bila jê nemînin.

bi vî xanîyê wêjeyê armanc ew e ku nivîskar, şair, teorîsyen û hunerhez, wêjehez werin ba hevdu û danûstandin di navbera wan de çêbe.
avahîyeke ji du qatan pêk tê.

mekan du qet e, qeta yekem kafe û mitfax e û odeyek ji bo kargehan e. Navê kafeyê (bnr: haiku) ye.
qeta duyem jî ji bo nivîskar û xwendevanan e, ligel van qeta duyem dê hunermendên ji disîplînên cûda û lêkolîneran jî li ser mijarên tematîk bike mêvan. Herwehe li vê qetê pirtûkên weşanên lîsê û ji weşanxaneyên cûda dê bi navê "pirtûkxaneya lîsê" hebin.

yekem çalakîyên wêjegeh amedê jî dê 8-9ê sibatê were lidarxistin.
ji niha ve li ser xêre be û temendirêj be. li gelek welatan û bajarên wan teşebbisên wekî wêjegehê hene.
karekî hêja ye, hêvî dikim dilopeke din li ser çand û huner û geşbûna çalakîyên hunerî ya amedê bike.



05.02.2020 04:02 | lehî baranyan

2. Pîroz be bi hêvîya ku xizmetên baş ji bo ziman û çanda me bike



05.02.2020 19:03 ~19:04 | oceancr

3. fikreke gelek baş e hêvî dikim ew qas nivîskar, şair, teorîsyen, hunerhez, wêjehez hebe ku bikare bi rê ve here.



06.02.2020 11:30 | brusk56

4. bernameya çalakiyên ewilîn ên wêjegehê kifş bûye. yên li amedê dikarin beşdarî van çalakiyan bibin.

bername: Here lînkê



06.02.2020 11:39 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» wêjegeh amed
» amed ortadoğu seyahat

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan huner xwarinmekan huner xwarinmekan huner kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî