Ferhenga înteraktîf
ferhadê içmo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ferhadê içmo

1. Ferhadê Içmo (z. 1960, Qamişlo - m. 8ê xizîrana 2017, Qamişlo[1]) helbestvanekî kurd bû.

Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî: Wikipedia



02.03.2020 19:21 | kajav

2. Gotinê helbesta wê ji aliyê (bnr: itîdal) ê ve bûye stran:






Û strana (bnr: koma zelal) ya ku demekî pir popûler bû gotin aîdê vê camêrê ye:






Stranbêjê gewre û nemir (bnr: mihemed şêxo) jî helbestek wê strîye û karek pir xweş derketiye holê, de kerem kin:






Ê helbet camêr jî ji me re helbestek xwe xwendiye û pir xweş jî xwendiye:





02.03.2020 20:39 ~20:55 | rizgarm

3. Di sala 2013an de xelata Helbestvanê Kurd Cigerxwîn wergirtiye.



02.03.2020 21:27 | kajav

4. Xwedî wan rêzikên bêhempa ne.

Em dojeha welatê xwe
Bi bihûştên xelkê nadin
Bi kerwanê cangorî ya
Agirê xwe em ê dadin
Heger welat tev wêran bû
Goristana em bernadin



25.08.2021 00:51 | kajav

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhadê mihemed

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj niviskarhlbstvn wejehlbst muzikstrnbj niviskarhlbstvn wejehlbst muzikstrnbj niviskarhlbstvn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî