Ferhenga înteraktîf
mamê min sadiq ku hertim digot dema te jin anî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mamê min sadiq ku hertim digot dema te jin anî

1. ne mamê lêzim e. hevserê wesîle ye. Bapîrê heşt-nehemîn re em digihin hev. Zelamek her dikene. Komîk ne komîk, lazim ne lazim her dikene. Heyna ez 13 salî rojekê ew li ser hêstira xwey pîr û spî, wek wî, ez ser pişta hêstira sor a şehmoz , bavê min ser hêstira hişîn a îranî em diçûn karwan. wê rojê hormonên bextewarîyê wek kanîbiharkan tê de diteqan çi dibû nizanim, li her tiştî dikenî, min çi digot hahaha hîhîhî dikenî. Min carekê got heçku çi heye tu hinde dikenî! Bû hîqhîqa wî dîsa. Heçku çi, nan û mast, mast û m'ena. Min hew xwe li ber kenê bêm'ena girt. Cotê pehînan li binziga hêstirê da, hefsar hejand, here şemla min haa! Hêstira sor peygurî bû, ji bezê re yeman bû, xwe girt û avêt.

ez bêm ser mijarê. ez wan deman 15-16 salî bûm, axlêve bû, gundîyan hêj pez nedabûn bêrî, bavê min û mam sadiq, biznên me û mihên wî hevrebûn. Wê rojê ez şûna bavê xwe çûbûm, em li berojek bûn,

min got mamî sadiq de stranek bêje
got nizanim mamo.
Mi go dizanî de bêje. Ez gelik hij van sihbetane dikim.
Got na. Ez tutiştê nizanim.
Çima nabêjî tu b' serî miha xwe kê bêje.
Got mamo ji min bigere.
Willeh ji te nagerim tê bêjî.
Minê ji bîr kirî.
Bêne bîra xwe, emê heta êvarî li vê derê bin sebra min nayêt.
Nayê bîra min.
Mamî sadiq bêja, xwidê ez bela xwe ji te navekim.
Ya hewlil wela, temam mamo ezê bêjim. Dizanî kengê? Hegî te jin anî.
Hohoo ez deh sal dî jin naênim niha bêje.

Wisan belkî bîst deqe min li ber wî da. Dawî de mesela mîsa kelhokî û strana wî got. Van salane jî carnan wî diceribînim stranek jê dixwazim dibêje hegî te jin anî.



30.03.2020 23:58 | hespêsor

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamê mîs
» min pêşmergey kurdistan im
» sadiq ûskan
» hertim
» dema ku yek ji min dipirse "tu çi guhdar dikî"
» jin çi dixwazin
» anîn ziman

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî